Jinan xweseriya aborî bi vekirina Firinê dest pê kir

09:02

Rûken Dêrik/JINHA

DÊRIK - Firina ku ji aliyê jinan ve hatiye vekirin, bi nanê xwe yê tam rastê elaqeyek mezin tê. Jinên di firinê de dixebitin diyar kirin ku piştî şoreşa rojava jin bi keda destên xwe dikarin her tiştekî bikin.

Pişti şoreşa rojavayê Kurdîstanê jin di her qadê de bi keda destên xwe debara mal û bajêr dikin. Li Dêrîkê firin bi dest û derfetên jinan ve hatiye vekirin. Ev firin ji 4’ê Nîsana 2016’an de heya niha bênavber di xizmeta gel de ye û bi tama xwe ya xweş tê nasîn. Jinên di firinê de xebat dikin ji elaqeya gel bextewer in û diyar kirin ku, ger jin bixwazin dikarin her karekê bikin û ser bixin. Jinan bal kişand ser giringiya aboriyê û gotin ku ew dixwazin bi karê firinê re aboriya jinê jî pêş bixin.

‘Keda jinan bi saya Rêber Apo hat dîtin’

Xebatkara firinê Nayila Hesen da zanîn ku, di firinê de 5 jin kar dikin û wiha axivi: “Me bi kêfxweşî dest bi karê firinê kir. Bêguman karkirina jin di civakê de ne tişteke xirab e, ne şerme jî. Em sere sibehê zû radibin û seat 4’an de dest bi kar dikin. Em bi awayekî komûnal dixebitin. Em hevdû re dibin alîkar. Me beriya şoreşê karên wiha nedikir. Ji bo jinê wek şerm dihat dîtin. Ev bi siya Rêber Apo pêşketiye. Lê demên borî de mêr nedihişt ku jin kar bikin. Ev piştî şoreşa rojava guherî em jî vê yeke pir kêfxweşin.”

‘Em nebûn muhtacê tu kes'

Rehîme Yûsiv jî bal kîşand ser paqijbûya jinan û anî ziman ku jin bi keda desên xwe pêdivîyê xwe pêşwazî dikin û wiha got: “Me bixwe ev firin avakir. Konferansa Aboriya Xweser çêbû û me biryar da em firin vekin. Kareke xweş e. Em nabin muhtacê tu kes. Jixwe muşterî dibêjin nanê destê jinê paqijtir û xweştir e.”

Çêkirina nan berhema jina ye

Medîne Mihemed jî bi lêv kir ku, bi saya şoreşa rojava herkesî keda destê jinan dît û wiha domand: ”Nan çêkirin bixwe yek ji karên kevin ê jinê ye. Li gundan tê bîra min tenûr hebûn û jinan nan çêdikir. Lê paşê ji ber firin çêbûn, vê carê karkirina jinê wek şerm hate dîtin. Mêr astengî derdixist. Lê piştî şoreşê ev hate derbaskirin. Niha çavên me vebûn. Em pir kêfxweş in. Niha jin di nava gelek karan de cih digrin.”

Armanc pêşxistina aboriya jine

Leyla Silêman ya ku nanê sêlê çêdike nerazîbûn nîşanî helwestên hişmendiya destihlatdariyê da û got ku mêr bi saya jinan dijî. Leylayê bal kişad ku ew nanê sêlê çêdike û wiha pêde çû: "Paşê jî ez diçim alîkariya hevalên xwe dikim. Me xwest aboriya jinê ava bikin. Ji ber cîhan bi aboriyê pêş dikeve. Jin bingeha her xebatê avadike. Mêr bawer nedikir em bikarin firinê pêş bixin. Niha tên nanê me distînin û dibêjin em bûn muhtacê jinan. Jin ji berê de nanpêj e. Di vî karî de em pisporin. Bi şoreşê re jî êdî jin aboriya xwe, rêxistina xwe pêş dixîne. Mêr ji vê pêşketinên me ditirse. Dibêjin ev kar jî ji me stendin. Em 5 jin li vir kar dikin, me di jiyana xwe de kêfxweşiyek wiha nejiyabû.”

Leylayê di dawiya axiftina xwe de bang li hemû jinan kir ku, jin baweriyê xwe bi xwe bînin û dest bi xebatên aboriyê bikin.

(en/zyd/rc)