Jin li bazaran zebzefiroşî dikin

09:02

Hatîce Kaya/JINHA

AMED - Li Amedê jin nava pazarê de dezgeh danîne û zebzefiroşî dikin. Jinên ku li hember hişmendiyê mêr têdikoşin, bêy ku xwe bispêrin kesek aboriya xwe yê jiyanê pêk tînin.

Li Amedê jinên ku li hember hişmendiya desthilatdariyê têdikoşin, ji bo pêk anîna aboriya xwe têdikoşin. Jinên temenê wan mezin, bêy ku geşt û guzarê wan yê pazarê diyar be zebzefiroşiyê dikin. Jinên ku her heftê li bazarek cuda zebzeyan difroşin diyar kir ku, ew bi salane ji bo aboriya xwe pêk bînin zebzefiroşî dikin.

37 sale zebzefiroşiyê dik

Jina bi navê Şefîka Ulaş (57), dayika 8 zarokane. Şefîkayê diyar kir ku ew 37 sale li pazaran zebzefiroşiyê dike û wiha got: "Ez bi salane dixebit im. Gelek cihan de min karên cuda kiriye. Havînan diçim gundên Bîsmîlê, Ernexê û li wir giyayan berhev dikim û tînîm pazarê li ser dezgehê xwe difiroşim. Cihek me ya mayînde tuneye. Ez her roj li taxakê dezgehê xwe datînim û dest bi karê xwe dikim. Roja ku cihê dezgehê min tunebe jî ji bo xwe cihek kîrê dikim û li wir heya êvarî giya û zebzeyên xwe difiroşim.”

‘Mirov ji dil bawer bike ew ê serbikeve'

Şefîkayê anî ziman ku, ew her sibê radibe û dest bi kar dike û wiha domand: "Ez îsot, bamya, pincar, tûzik û hwd. difiroşîm. Pêdiviyên ku ez diforoşim ji çiya berhevdikim. Caran jî ez diçim cihê zebzefiroşên komî û ji wir sebzeya distînim. Bi salane ez vî karê dikim. Bi karê xwe kêyfxweş im. Ez zarokên xwe bi keda xwe xwedî dikim. Heya niha çi astengî ji bo min derneketiye. Ez her tim dibêjim û difikirim, jinên me bi hêz in, eger bixwazin dikarin hemû karî bikin. Ji ber ku hemû tişt bi baweriyê dest pê dike. Min bawer kir û bi serketim.”

‘Jiyan bi destê jinan avadibe'

Jina bi navê Azîze Erol (60) jî da zanîn ku serê sibê berê xwe dide bazarê û dest bi firotina zebzeyan dike. Azîzeyê bi lêv kir ku, ew jî diçe cihê zebzefiroşan li wir îsot, xiyar, bamya û hwd. distîne û difiroşe. Azîzeyê wiha got: “Ez 17 sale zebzefiroşiyê dikim. Ji temenê xwe yê biçûk de ez nava xwezayê de mezin bûm û gelek ji xwezayê hezdikim. Ji ber vê ez ji zebzefiroşiyê re mijûl dibim. Salên borî em diçûn bajarên din û dixebitîn. Niha jî malbata min dibêjin 'dev ji vî karî berde'. Lê belê ez bi karê xwe kêyfxweşim û xwe naspêrim kes. Banga min ji jinan re ew e ku, dê xwe nespêrin kes û ji bo aboriya xwe pêk bînin bila tevlî xebatê bibin. Jiyan bi destê jinan avadibe."

(ra/rc)