Bazara keda jinê bû alternatîfa cihê dan û standinê

09:13

Manolya Bulut-Ozgu Ozutok/JINHA

ÎZMÎR- li Urlayê her rojên şemiyê Bazara Keda Jinê tê avakirin û ev bûye cihê dan û standinê ya alternatîf. Taybetiyeke din ya bazarê, sînorê temen tine.

Ji aliyê Şaredariya Urlayê ve li Sûka Qada Urlayê Bazara Keda Jinê hat avakirin û eleqeyek mezin dibîne. Bazar rojên şemiyan tê vekirin û jin hilberînên keda destê xwe li vir difroşin.

Gulgun Çirak ya 66 salî got ew li malê şal, biluz û fistanan didru, nexweşan çêdike û li vir difroşe. Gulgunê diyar kir ku pereyê li vir qezenc dike ji bo xwe xerc dike û got bila her jin tiştekî çêbike, ji malbata xwe re bibin alîkar.

Fatma Ozbali jî li bazarê xurekên organîk difroşe û got: “Ez hêkên gund, penîrê bizinê, tarhana, hêjir û firingiya difroşim. Em balcan, îsot û firingiyên baxçeyên xwe jî li vir difroşin. Ez dixwazin her kes bixebite. Bi taybet jî jin.”

Mîna Ulaç jî li bazarê kek û ava gêlyasê difroşe. Mînayê got kekên xwe li malê çêdike û got divê keçên ciwan yên wek wê li bazarê kar bikin.

Eylul Saraçê jî bi lêv kir ku dema ciwan bixebitin gelek başe û got ew pir zêde pere qezenc nakin lê ji ber rewşa aboriya malbata wan nebaşe vî karî dikin.

Asli Kucayê jî destnîşan kir ku tiştên ku jin li malê çêdikin bil ali malê veneşêrin û bang li hemû jinan kir ku bên bazarê.

(hu)