Li Kerboranê dema berhevkirina simaqê

10:11

JINHA

MÊRDÎN – Li gundê Baterê dema çinîna simaqê hatiye. Jinên gund bi hev re berê xwe dane nava dehlan û çinîna simaqê.

Li gundè Baterê yê navçeya Kerborana Mêrdînê komkirin û hêrana simaqê. Jinên simaqa komkirî dihêrin diyar kirin ku ew niha simaqĕ ji bo xwarinên zivistanê dihêrin û qala sudê simaqè kirin.

Ji jinan Halîme Ekîncî diyar kir ku ew ji bajarê Konya yê ji bo komkirina sikamaqan hatiye gund û wiha berdewam kir: “Ez ji dema ku gund hatine şewitandin ve li bajêr jiyan dikim; lê dema berhevkirina simaqê têm gund, simaq xwe kom dikim. Em hem serê sibihan diçin komkirina simaqê, ji ber divê simaq di honkahiyê de bê komkirin. Em hem simaqê di dihêrin, hem jî sohbet dikin."

Cemīle Turgut jî wiha sudên simaqê rêz kir: "Simaq di nav xwarinên wek pirax û zalata de tê karanîn û ji bo gelek nexweşiyan jî dermane. Ez jî ji Êlihê hatime komkirina simaqê. Malên me hemûyan di salên 90'an de hatine xirakirin. Em carna sê çar malbat bi hev re di malekî de jiyan dikin û bi hev re simaqa xwe jî bi alîkarî kom dikin. Sudê simaqĕ pirin li gundè derdora me hinek dixin derman û avbacan jî."

Hediye Avci jî berê û niha karanîna simaqê berhev kir û got: "Berê me simaq tenê di nav avê de di keland û ava wê li xwarinê dikir. Berê em bi lingan diçun her derê cardin jî ji niha xweştirbû û em jêhatîtirbûn. Niha rê hatine çêkirin çuna cihên herî bilind jî hêsanbûye, lê mirov xemsarbûne êdî tiştên hazir digirin. Simaqê jî weke berê baş çênakin, hema ser xwarinê dikin.”

(dt/zt)