Li Xwaringeha Çarçêlayê çandek nû

09:09

Rûken Dêrik/JINHA

DÊRIK- Xwaringeha Çarçêla bi berhemên gelêrî û herêmî çandek dewlemend daye avakirin. Jinên ku di Xwaringeha Çarçêla de dixebitin gotin: "Li Xwaringehê em jinên suryan û kurd dixebitin. Li Xwaringehê em xwarinên gelêrî û herêmî ya kurd û suryaniyan çêdikin."

Li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê bi pişgiriya Şaredariya Gel, jinan xwaringehek teybet bi navê Çar Çêla di 1’ê Hezîrana 2016’an de avakirin. Di xwaringehê de 5 jinên kurd û sûryan dixebitin û xwarinên cûrbecûr amade dikin û bi vê yekê re çanda xwe ya dewlemend radixînin ber çavan.

Çanda xwarinê bi keda jinan zindî dimîne

Rêvebera xwaringehê ya sûryan Heyat Îsa diyar kir ew bi hevgirtin û lihevkirinê kar dikin û wiha got: “Ev xwaringeh nêzî 3’ê meh e, xebat dide meşandin. Em wek jinên kurd û suriyan xebatek komînal didin meşandin. Xwarinên ku li xwaringehê tên amede kirin jî piranî xwarinên herêmî û gelêriye. Piranî em xwarinên wek kotilk, tawa, miloxî, dolme û xwarinên taybet bi çanda xwe çêdikin. Em dixwazin xwarinên ku, em pê mezin bûne, bi tama destên jinan bidin xwarin."

'Em ê êdî wek jin li her qadê jiyanê hebin'

Heyatê da zanîn ku, ew dixwazin hişmendiyê civakê li hember xwaringehan jî bişkînin û wiha pêde çû: "Li xwaringehan piranî mêr dixebitin. Em êdî dixwazin vê hişmendiyê biguherin. Bi vekirina xwaringehê qadê jinan yê xebatê jî tê fireh kirin. Jin êdî dixwazin di qada aborî de cih bigrin û xebatê xwe pêk bînin. Felsefeya Şoreşa Rojava xwe dispêre wekheviya gelan. Gelek derfetên jiyanê ji jinê re derketine holê. Em ê êdî wek jin li her qadê jiyanê de hebin.”

'Xebatê me rastî eleqeyek mezin tê'

Xebatkara xwaringeha Çarçêla Monteha Elî jî anî ziman ku berî 2 mehan dest bi kar kiriye û wiha domand: "Xebatê jinan di civaka me de hinek rast dibînin, hinek jî wek ku karkirin di xwaringehê de karê mêre dibînin û ji bo jinê şerm dibînin hene. Lê ez bixwe ji vî karî hez dikim. Ji bo aboriya xwe pêk bînim jî başe. Xebatê me rastî eleqeyek mezin tê. Karê me pir baş derbas dibe. Bi rastî jî karkirin li derve xweş e.”

(en/rc)