Li Çukurovayê jinan dest bi amadekariya zivistanê kir

09:46

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE-Di bin germahiya dijwar a Çukurovayê de jinan ji bo amadekariya zivistanê ketin nav liv û tevgerê. Li Gulbahçeyê jinan di dukana ku vekirin de sebze, konserve, ava firingiya û sebzeyên hişk bi hevkarî amadekirin û difroşin.

Tevî ku jin hêzeke xurt a aboriyê de keda wê li her qada jiyanê nayê dîtin. Li navçeya Seyhan a Edenê li taxa Gulbahçeyê sebzeyên havînê wek konserve, ava firingiya û yên hişk bi hevkarî amade dikin. jin di germahiya havînê de hewcedariyên zivistanê amade dikin û bi vê rê jî debata xwe dikin. Em bûn mîvanên van jinan û li ser girîngiya vî karî axivîn.

'Keda jinê tê tercîhkirin’

Jina bi navê Sabîha Dedîk ya 50 salî diyar kir ku ji bo zivistanê ji van sebzeyan fêdeyê bigirin hewl didin û got: “Ez debara xwe ji vî karî dikim. Bi taybet amadekariya îsotan zehmete. Em wan li ser banan radixin û hişk dikin. amadekirina ava firingiya zehmetire. Jin di van xurekan de baweriyê dide muşteriyan. Ji ber jin wek her mijarê di vir de jî bi baldarî dixebitin.

Sabîhayê bi lêv kir ku tevî xebata zêde beramberî qeda xwe nagirin û got: “Em ava firingiya didin hemû navçeyên Edenê. Ji her aliyê muşteriyên me hene. Lê keda me tam nayê zanîn.”

Tenê 3 mehan berdewam dike

Jineke din ya di atolyeya xurekê ya zivistanê de dixebite, Rabîa Gul diyar kir ku ev kar bi sezonê ye û tenê 3 mehan dixebitin û got: “Jina ku ked hatiye dayîn xweşe. Ger em vê mayînde bikin em dikarin 12 mehan bixebitin. Jin ji xebatê kêfxweşin. Em hem fêm dikin. Lê em beramberê keda xwe nagirin.”

Yasemîn Avci ya 59 salî jî got divê ev tehmên kevneşopî bên jiyandin û wiha pê de çû: “Em hemû hilberînan bi destê xwe çêdikin. Em ava firingiya bi destê xwe çêidkin. Em keda xwe debara xwe dikim.

Derya Gulê ya 35 salî jî got dema ew pereyê xwe qezenc dike gelek kêfxweş dibe û wiha dirêjî da gotina xwe: "Pêdiviyê min bi alikariya dayik û bavê min jî namîne. Her sal em tenê salçe çênakin, her wiha em bacanê reş ji bo dolma hişk dikin. Bi giştî em amedekariya xwe yê zivistanê havînê dikin. Eger em nexebitin, dê mirov zivistanan birçî bimînin."

'Em û cîranên xwe bi hevre dixebitin'

Nebahat Bogulmuşê jî destnîşan kir ku, ew bingeha aboriyê avadikin û wiha vegot : "Bi armanca amedekariya zivistanê em û cîran tên gel hev. Em salçeyên tûj û ya ava bacana amede dikin. Çêkirina salçeyên îsotan ne hêsane. Em û cîran tên gel hev û vê xebatê dikin. Gava ku li taxê salçeyên îsotan tê çêkirin her kes harê hev dike. Berhemên ku em amede dikin ji aliyek difroşin ji aliyê din ji bo xwe amede dikin."

(hu/rc)