Keda jinê amadeya ku li bazaran bê pêşkêş kirin
09:17
Nîşmiye Guler -Vîldan Atmaca/ JINHA
 
WAN - Şaredariya Rêya Armûşê ji bo jin tevlî  jiyana aborî bibin alternatîfên wek Bazar  Keda Jinê  avakir.  Bazara ku li bendê yek ku di 8'ê Adarê de bikeve xizmeta welatiyan. Jinên ku dê di bazara keda jinê de keda destên xwe  aboriya xwe bidest bixin diyar kirin ku ligel hemû astengiyên mêr dê li qadan bin û bixebitin.
 
Şaredariya Rêya Armûşê yê Wanê  û  DAKA  Bazara  Keda  Jinê ku bi hevparî vekirin li bendê ye ku di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê de bêxin merîyetê.  Di  bazarê de ji bo 100 jinan cihên îstîhdamê dan vekirin û dê jin bi keda destên xwe aboriya xwe pêk binin. Gerînerê  Polîtîkaya Jinê ya Şaredariya Rêya Armûşê Ferhat Akın di derbarê  amedekariyên bazarê de ji me re axivî û diyar kir ku  armanca  wan ew e ku  jinên bi  salan e ji ber hişmendiya  mêretiyê ji jiyana civakî, aborî û azadiyê dur hatine xistin bi vê projeyê jinan tevlî  jiyana civakî bikin e. Ferhet  destnîşan kir ku  Bazara  Keda Jinê  amadeye û li benda keda jinê ye. 
'Armanca me ew e ku di bazarê  jiyanek hevpar bidin avakirin'
Ferhat  bi  gotina  "Ji ber keda malê  bê xuya kirin  bazarek wiha giring e.  Em wek şaredariyê destnîşan dikin ku  gelek  giringiyê didin nirxê jinê"  piştgiriyê da keda  jinê. Ferhat  di derbarê  amadekariyên  bazarê de jî wiha agahî da: "Jinên bên di bazarê di bixebitin di serî de hilberînên xwe bijêrin û dest bi firotandinê bikin.  Her jinek dê di hilberinên xwe li ser tezgaha xwe bifiroşe û çawa ku her jinek xwedî tezgahek bê dê bi komî û kolektîf bixebitin. Disa ji bo  Navenda  Rojin, MAYA û Koomperatîfê tezgah hatine veqetandin. "
'Bazara Kedê diyariyê 8'ê Adarê hatiye kirin' 
Ferhat di berdewamiya axaftina xwe de  got ku jinên  di bazarê debixibitin dê  perwerdehiya  bazirganiyê dê bêdayin. Ferhat wiha axivî:  "Jinên dê li bazarê hilberinên xwe bifiroşin û  hilberînên nû ji biafîrînin.  Ji ber ked bê xuyakirin me biryar da ku bazar di 8'ê Adarê de vekin.  Em bazara kedê diyariyê 8'ê Adarê dikin. Em li benda hemû jinanin ku tevlî vekirina bazarê bibin." 
Mîsrîcan Çokdogan(36) ku di bazara kedê de tezgah dê veke jî  wiha axivî : "Jin hemû demên xwe li ber televizyonê derbas dikin.  Ji ber jin derkevin derveyê malê divê  projeyên wiha derxin pêşberî jinan.  Jinan gelek bedelên mezin dan û divê jin vê derxin holê.  Em bivê projeyê gelek memnûn in."
 
Cahîde Şahîn(45) jî ev tişt got: "Ji ber  wêrektiya jinan ya jiyana civakî projeyên wiha gelek giring in. Bila hemû jin me bikin mînak û cesaretê ji me bistinin. Bila jin li ber xwe bidin û zîncira li ser xwe bişkinin."
(ho/rc)
 

