Jin bi çêkirina nanê tendûrê aboriya xwe bi dest dixin
11:39
JINHA 
WAN - Jinên Wanê ji bo zîncîra li ser xwe bişkînin û tevlî jiyana civakî bibin di serî de aboriya xwe bi dest dixin. Li Wanê sê jin li hemberî hemû astengiyên mêran kargeh vekirin û bi navê tendûrê aboriyên xwe bidest dixin. Jinên ku  di mala tendûrê de dixebîtin diyar kirin ku ew gelek keyfxweşin ku derfetek wiha bi destxistine. 
Jinên Kurdistanê  ji ber  hişmendiya baviksalarî nikarin  bi xebitin û ji aliyê jiyana civakî her tim tên  bi sînor kirin. Jinên ku ji ber  tund û destûrnedayina karê jinê jin alternatîfan bi hunera destê xwe li taxan jî li malên xwe aboriyên xwe didin avakirin. Jinên navçaya Vestana Wanê sê jin ji bo aborîya  xwe li taxên ku lê dijin mala  tendûrê vekirin û aboriya xwe bi dest dixin.
Zubeyde Yîgît  ku di karê tendûrê de dixebita û bi çêkirina nanê debariya xwe dike diyar kir ku bi keyfxweşî karên xwe dikin û wiha axivî: "Em ev du mahê divê kargehê de dixebatin  û aboriya xwe bi keda destê xwe pêk tînin. Em li vê kargehê de sê jîn dixebitin û heya  êvarê  nan çêdikin. Di derberê vî karê de dayikên me li gundan li ber tendurê nana çêdikirin. Niha li bajaran pir nanê tendûrê pir nayê çêkirin. Me jî  xwest  kevneşopiya dayikên xwe li bajaran hem bidin jiyandin hem jî aboriya xwe bidin avakirin."
Zubeyde di berdewamiya axaftina xwe de  got ku  dema me xwest divê kargehê de bixebitin ji aliyê mêran ve hatin astengkirin û gotin ku "Hûnê çawa bixebitin" lê em bi biryarbûn. Zubeyde anî ziman ku ji bo jin her tim ji aliyê aboriyê ve hatine astengkirin azadiya wan jî asteng e lewra divê hemû jin ji bo azadiya xwe  xeleka li ser xwe bişkinin û ji bo azadiya xwe dest bi xebatê bikin.
Zahîde Yîgît a ku 9 zarokên wê hene û debariya xwe bi çêkirina nanê tendûrê pêk tine jî  got, " Dema ku me dest bi karê tûndûrê kir hêvjinê min got ku 'Dê jin çawa bixebitin, nabe' lê min jî got kar kar e jin ji mêr jî dikare bike û divê her kes bixebite. Me li hemberî hemû astengiya dest bi karê xwe kir. Lê niha hem em hem jî mêrên me gelek bi keyfxweş in." Zahîde bilev kir dê  heya dawiyê jî bi keda destê xwe aborîya  xwe pêk bînin.
Serpîl Firat ji li ser karê ku dike ev tişt got: "Ev  şeş  sale  ez divê karê de dixebitim. Lê belê malbata min jî li dijî ve karê bû û dilnedikirin ku ez bixebitim. Lê min li ber xwe da û li hemberî hemû astengiyên wan min dest bi karê kir û niha bi keyfxweşî karê xwe didim meşandin.  Serpîl di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jiinan kir ku bila ji bo azadiya xwe di serî de aboriya xwe bidin avakirin û tevlî jiyana civakî bibin.
(hk-db/ho/rc)

