Di perwerdeyihê de jî mobbînga AKP'ê heye
12:02
Têkoşîn Tekîn/JINHA
AMED - Di qada perwerdehiyê de li ser jinên hînker êrîşên mobbîngê zêde dibin. Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen a Amedê Arîn Zûmrût mobbînga ku li ser jinan tên kirin nirxand û diyar kir ku di demên dawî de jin rastî tundiya zayendî û derûniyê tên. Arîn got ku tundiya li ser jinê herî zêde li dibistanan tên kirin û bi taybetî jin ji aliyê rêveberên dibistanan ve tên tacîzkirin.
Polîtîkayên dawletê yên li ser bedena jinê bi her awayî bi hişmendiya baviksalarî derdikeve pêşberî civatê. Ji dîrokê heya niha her tim jin rastî destdîrêjiya mêr hatine û jin di nav çar dîwaran de tê kefîl kirin. Qada ku jin herî zêde rastî destdîrêjiyê dibin û rastî tundiyê tên jî qada perwerdehiyê ye. Ligel tacîz, tundiya derûnî tundiya mobbîngê jî derket pêşberî jinên kedkar û jin ligel vê yekê gelek zehmetiyan dikişinin. Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen a Amedê Arîn Zûmrût li ser mobbîngê rawestiya û got ku bi pergala hişmendiya bavîksalarî re jin her tim di rola duyem de cih girtine û dixebîtin.
'Jin herî zêde ji aliyê rêveberên dibistanan ve rastî êrîşa derûnî tên'
Arîn da zanîn ku di maha Gulanê de di pêşengiya sekreteriya jinên Egitîm Senê de ji bo mobbînga li ser jinê xebatên anketê dan despêkirin û di encamê de ji sedî 50 jin rastî tundiya mobbingê hatine û wiha axivî: "Hemû jinên kedkar û xizan ji aliyê cihên kar ve rastî destdîrêjiya zayendî û tundiya derûnî tên. Me dît ku herî zêdê jin ji ber kinçên didin berxe û tarza jiyanê rastî êrîşa zayendî tên. Dîsa me dît ku tundiya derûnî ya herî zêde ji aliyê rêveberê dibistanan ve tên kirin. Jinên kedkar û hînker ji me re ragihandin ku herî zêde rastî êrîşa awiran tên û nikarin xwe jê rizgar bikin."
'Zanebûna mafê me dê têkoşîna me zêde bike'
Arîn daxuyakirin ku sedema zêdebûna mobbîngê dewlet e û wiah pê de çû: "Hikûmeta AKP'ê li Tirkiyê û Kurdistanê herî zêde aligirên xwe di hemû dibistanan de bi cih kiriye û ew kes bi gorî hişmendiya dewletê diçin. Hişmendiya dewletê yên li ser jinê diyar e. dixwazin jinê dîl bigirin û tune bikin. Ji ber vê yekê li her qadê jin rastî êrîş û tundiyê tên. Lê em bang li hemû jinên kedkar dikin ku bila neyên van lîstokan û xwedî li keda xwe derkevin. Em wek jinên sendîkayê jî li hember van mobbîngan dê hişyar bin û bi zanebûna mafê xwe li hember vê polîtîkayên têbikoşin"
'Dewlet ji fîkrên azad ditîrse'
Arîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser polîtîkayên dewletê yên li ser zarokan û ev tişt got : "Dewletê bi awayekî mezin êrîşê jinan dike û ji ber jin rastî tacîz û tecawîzê tên jinan sucdar dike,ev ji parçeyek polîtîkayên dewletê ye. Dewlet bi mekenîzmayên xwe nêzîkatiyên zayendî meşrû dike hişmendiya xwe ya qirêj derdikexe holê. Dewlet di hişmendiya mirov û civakê de bi reya çapemeniyê hişmendiya li hember zarokên keç bi zayendi nêz dibe. Ev jî talûkeyek mezin e. Dewlet ji îradeya azad û fîkrên azad ditirse. Lewre li her derî bi pergala mobbingê êrîş dike û jinan ditirsîne."
'Divê nifşên nû ji şîdetê dûr bên girtin û bi hestên aştî bên mezin kirin'
Arîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber jin di karekî de bi serketî be divê di serî de mafê xwe baş bizane û baş parastina xwe bike. Dê wê demê bigihe mafê xwe û biser bikeve. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinên kedkar dikin ku bila ji aliyê mafên xwe agahdar bin û zanebin."
(ho/rc)