'Li hember Mobbîngê bi rêxistin têbikoşin'
11:22
Ceren Karlidag/JINHA
STANBOL - Çalakiya grêva karkerên jin yên ku bi hinceta "Heqaretê li rayederên dewletê kirine" ji kar hatin avêtin ev heftiyek berdewam dike. Alikarê Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezogulu ya ku  piştgiriyê da berxwedana jinên karker,  beng li hemû jinên karker kir ku bila li hember mobbîngê bi ruhê rêxistinî têbikoşin. 
Li Stambolê 5 karkerên jin yên di Mala Zarokan a Semîha Çakîr Goktepe  ya  girêdayî  Midûriyeta Wezareta Polîtîkaya Malbat û Civakî de dixebitin û bi hinçeta "Heqaretê li rayedarên dewletê kirin e" ji kar hatin avêtin.  Karkerên jin yên ku tu hişyarî  nestandin û ji kar hatin avêtin bi rojan e li ber  avahiya Midûriyeta Wezareta Polîtîkaya Malbat û Civakî dest bi çalakiya grêvê kirin. Karkerên ku  13 sale di firmaya  ku girêdayî taşerontiyê de dixebitîn her çiqas ji kar hatibin derxistin jî  nikarin tazmînatê bitsinin. Li ser vê yekê karkerên jin bi bi baweriyek mezin ev heftiyek e ku di nava çalakiyê dene û li ber xwe didin. Karkerên jin yên bi rojan e ji bo mafê xwe ketîne çalakiyê diyar kirin ku heya mafê xwe bidestnexin dê berxwedana xwe berdewam bikin.  Alikara Giştî ya  DÎSK'ê  Arzu Çerkezoğlu jî bang li hemû jinan kir ku bila li hemberî  mobbingê bi rêxistinî li hember mobbîngê li ber xwe dibin.
'Kesên gorî hişmendiyên xwe tixin kar'
Karkera jin Hatun Çelîk a ku ji kar hatî avêtin diyar kir ku qet  heqaretê li Serokomarê Tiriyê û yên din ne kirine û ji kar hatin derxistin, ji kar derxistina wan keyfî ye û wiha axivî:"Me bi hinçet heqaretiyê ji kar avêtin lê di destê wan de ji bo vê tu delîl tune. Di hemû saziyên dewletê de  de alîgirên deshîlatdariyê hene û ew dikevin dewrê. Ji ber ku em ne li gorî hişmendiya wan diçin me ji kar derdixin û di şuna me de kesên gorî hişmendiya xwe tixin kar." 
'Li me pirsa ku em ji ku derê ne kirin' 
Hatun desnîşan kir ku  personelên ku nû dest bi kar kirin ji me re gotin dê em ê bên sirgûn kirin lê ji bilî wê tu hişyarî ji me re nehatiyê û wiha berdewam kir: "Dema ku personelên nû hatin ji me re gotin hûnê ji vir biçin. Lê ji bo ji aliyê rêveberan tu hişyarî ne hat, me gotinê wan avêt pişt guhê xwe û bi dil û can bi kedekî mezin karê kir.  Piştî ku biryara ji kar avêtin hat standin yek bi yek gazî me kirin. Lê em bi hişmendiya aligirî re rû bi rû man. Dema ku ji bo axaftinê gazî me kirin di serî de li nasnameya me nêrin û  ji me pirsa ji ku derê ne kirin. Ev pirs divê nehata pirsîn. Lê pirsîn û bi gorî wê biryara ji kar avêtinê girtin.Tenê  daxwaza me ew e ku em car din dest bikar bikin û bigihên mafên xwe ye." 
'Têkoşîna bingehîn li hember mobbingê ye' 
Alîkara Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezogulu jî piştgiriyê da çalakiya jinên karker û ev tişt anî ziman: "Bi desthîlatdariya AKP'ê re bi taybetî li ser jinên karker êrîşên mobbîngê zêde dibin. Têkoşîna me ya bingehîn li hember mobbîngê ye. Bi salan e ku karkerên li di fîrmayên taşarontiyê de dixebitin rastî van muameleyan tên. Di destê me de bi hezaran dozên bi vî rengî hene û heya niha tu encam ne girtîne. 
Arzu daxuyand ku karkerên ku ji kar hatin avêtin ne hiquqî û ne li gorî  rêbazên kar in û wiha got: "Daxwaza me ew e ku ev kesên ji kar hatin avêtin demîldest cardin bên girtin û dest bi karên xwe bikin.  Eger ku cardin dest bi karên xwe nekin  em ê heya dawiyê di berxwedanê de bin û li şopdarên mafê xwe bin. Tu sucê karkeran tune, karkerên ku ji kar hatin avêtin tenê mahdurê mobbîngê ne."
(ho/rc)

