Karkerên demsalê qeza kirin: 18 jin birîndarin
15:34
							Tebax
							22
							/ 2015
						
						
						
						
						
						
					JINHA 
SAKARYA - Li Sakarya yê trektora karkerên demsalê ya ji baxçê findiqan vedigeriya qulipî 18 karkerên jin birîndarin. 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin li Herêma Limandere ya navçeya Karasu ya Sakaryayê trektora karkerên demsalê yên jin ên ku ji baxçê findiqan vedigeriyan wergeriya. Di qezayê de 18 jin birîndar bûn. Jinên birîndar rakirin Nexweşxana Dewletê ya Karasuyê dibin tedawiyê de tên girtin.
(zt)

