Kesên ji destê DAİŞ'ê xilas bûne rastî çerxa kedxwariyê tên
11:22
JINHA/Zeynep Akın
ÊLIH - Malbata Mahmud ya ji ber êrîşên  çeteyên DAÎŞ'ê ya  mal,ax û jiyana wan hatine talan kirin neçar mane û hatine  Tirkiyê, niha jî  keda wan tê binpêkirin. Wetha Mahmud  anî ziman ku  tevî dû zarokên xwe ve di fabrîkayê de rojê 10 seatan    dixebitin û mehê tenê  500 tl qezenç dikin.
  
Malbatên Rojava yên ku ji  qetlîma çeteyên DAÎŞ'ê  xilas bûne hatine Tirkiyê lê  li vir jî rastî bînpêkirina kedê tên. Malbata Mahmud ya ku li bajarê Hesekê dijiyan  sala  borî  ya ji ber êrîşên  DAÎŞ'ê reviyan û neçar man ku axa xwe biterikînin, koçkirin û hatin  li Elîhê bi cîh bûn. Malbata  ku ji 9 kesan pêk tê li vir jî tengasiya aboriyê dikşînîn. Jina bi nave Wetha Muhammed Mahmud ya 35 salî û  dayika 6 zarokane  anî ziman ku wan nexwestine axa xwe berdin lê neçar mane ku koç bikin û wiha axivî:  '' Ez bi dû zarokên xwe ve rojê 10 seatan zêtedir  dixebitim  ku  karibim  debara  mala xwe bikim lê  em mehê tenê 500 tl qezenç dikin. Em dizanin keda me tê binpêkirin lê em mecburin kar bikin lewre em ê birçî biminîn. 
'Me axa xwe ber nedida lê em neçar man' 
Wetha diyar kir ku piştî erîşên  sê salan  disa li Hesêkê jiyan kirine lê ji ber ku av,ceyran,kar,mal û xwarinên wan  tunebu pir zehmetî kişandine  û got:  '' Zarokên min gellek tişt dîdîtin û ditirsiyan. Me axa xwe ber nedida lê em neçar man. DAÎŞ axa me dagir kir û gel qetil kirin. Gelek xizmen me hatin kuştin. Çeteyan zirarê dan hemû mirovahiyê.  Gelo wê hesabên  vê çawa bidin?'' 
' Bûhaya  xebata 3 kesan a mehê 500 TL ye' 
Wetha bilêv kir ku bi zarokên xwe yên temenê  wan 12 û 14 ne di fabrîkayê de dixebitin  û axaftina xwe wiha domand " Em sibê  seat   08.00'an de dest bi kar dikin û rojê herî kêm 10 seatan  dixebitin. Lê em beramberî ve kedê mehê tenê 500 TL qezenç dikin. Em mexdurê şer in, ji welateki çune welatekî  din  bistar  bûne. Em mecbûrin bixebitin lewre  em ê birçî biminîn. Em di fabrîkaya potê zarokan de kar dikin. Em bi hezaran potê zarokân çêdikin lê tenê 250 tl digrin.  Em ji  mal tevî dû zarokên xwe ve  dişûxilin û  mehê 2 ton potê zarokan  çêdikin  lê tenê 500 TL qezenç dikin. Em pir diwestin,perê em digrin jî 250'ê TL didin av,ceyran û kirya malê. 
'Alîkarî nagihîje destê me'
Wetha di berdevamiya axaftina xwe wiha got:  ''Hevserê min ji her dû piyên  xwe  nexweş e. Ez dizanim zarokên min biçûk in lê ji bo debara mala xwe bikin divê em bixebitin. Wetha axaftina xwe wiha bi dawî kir:  ''pêwistiya me bi eşya û erzak heye,gelê Elîhê gelek alîkarî da lê ew alîkariya hatiye ne gihiştiye destê me. Di taxan de ji bo alîkarî bigihêje cihê xwe kesek tê hilbijartin ew kesê tê hilbijartin jî yê Suriyê ne,lê alîkariya tê nagêhê je destê me. Alîkariye ji bo me tê an difroşin an jî ji bo xwe hildidin. Divê alîkariye tê kesên berpisyar bi xwe belav bikin. ''
(pk/ch)

