Li Edenê jinên ku 'bîcî bîcî' difroşin rastî tundiya Zabitayan tên
10:55
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Jinên ku li Parka Milliyê her roj dezgehê xwe vedikin ji bo debara xwe bikin tenê bîcî bîcî difroşin. Jin li vir him  qezencê dikin him jî bi avayekî kolektîf pirsgirêkên xwe çareser dikin. Jinan anî ziman ku tenê pirsgirêka wan a di parkê de zabitane  lewre zabita nahêlin dezgehên xwe vebikin.
 
Li Navçeya Yûregir ya Bajarê Edenê  jin li Taxa Sinanpaşa di Parka Kuvayi Mîllîyê de dezgehên bîcî bîcî vedikin û bi vî awayî debara xwe dikin. Li Edenê kesen ku dixwazin germahiya havînê xelas bibin herî zêde bîcî bîcî dikirin.  Bîcî bîcî heba wê bi 3 TL tê firotin û jinên ku vî karî dikin debara  mal û zarokên xwe jî  bi vî awayî pêk tînin.  Jinên ku bîcî bîcî  difroşin aciziya xwe ya astenkirina zabitayan anî ziman û diyar kirin ku  heger cîhek ji wan re were amadekirin dikarin bac bidin şaredariyê. Jina  bi navê Gûlten Gezer  a 65 salî bilêv kir  ku 15 sale  bîcî bîcî difroşe û debara xwe dike. Gûlten wiha axivî: "Heta niha min ewqas pirsigirêk nekişandibû. Ez di vê emrê xwe de bi berxwedaniyê nan dibim mala xwe. ''
'Dezgeh û sandaliyên me dişkînin' 
Gulten ji ber ku zarokên wê zewicîne bi hevserê xwe ve tenê dijîn  û hevserê we jî  ji ber ku nexweşê Epîlepsî(sara) ye  debara mala xwe bi tenê dike. Gulten aciziya xwe ya hember zabitayan jî anî ziman û  got:  ''Piştî vî emrî karekî ez bikim nîne. Em li vir 4 jin dixebitin. Em amadene ku bac (vergî) jî bidin. Bila ceyran û avê bidin me, em  şert û mercên wan  qebul dikin.  Tenê bila ji bo nanê me nebin asteng. Divê em serê sibê seat 08.00' an de dest bi kar bikin lê ji ber ku zabita  astengiyê derdixîne em bende mesaîya zabitayan  diminîn.. Gulten da zanîn ku  sandalî û dezgehên ku bî keda rojan distînin zabita tên ew dezgeh û sandalyê wan dişikînin. 
'Divê jin bi xwe jiyana xwe qezenç bikin' 
Gûlten  da xuya kirin ku ji ber germahiya havînê gel bîcî bîcî dikire  û  dema jinan  dibinîn pir kefxweş jî dibin û axaftina xwe wiha berdevam kir "Ji ber ku jin karê xwe  paqij dike,  gel jî  bi dilê rihet dixwe. Ew jî me kefxweş dike. Divê jin aboriya xwe bigre destê xwe  û  jiyana xwe qezenç bike. Ji destê jinan hemû kar tê  ji ber vê jî divê jin li destê tû  kesî mêze nekin.'' 
'Him li malê  him  li devre dixebitim' 
Dursun Hizalçik  a dayika  44 salî  xwedî  5 zarokan e, 5 sale bicî bicî difroşe. Dayika Dursun  ji ber  ku derfetên  wan tûnebû zarokên xwe nedaya xwendinê û hevserê wê jî  naxebite  hemû barê malê li ser wê ye. Dursun  diyar kir ku him lî malê  him jî li derve dixebite û axaftina xwe wiha domand "Ez nexweşê dil im lê disa jî ji bo zarokên xwe divê bixebitim.  Ji ber ku ez di him di malê de him jî li dev re kar dikim pir diwestim. Ez nikarim kirya mala xwe bidim.  Ev dezgeh jî tûne be gelo emê çi bikin?. Zabitayên  şaredariyê ji bo me astengiyê derdixînin û em bi rihetî  nikarin karê xwe bikin.  Zabita bi awayekî tûndî  nêzî me dibin.  Em li vir bang li Serokê Şaredariyê Hûseyîn Sozlû dikin ka ji me çi dixwazin? ''
'Jinên li vir tekoşîna kolektîf  ya jiyanê didin'
 
Dursun diyar kir ku  ew  4 jin bi hev dû re li  dezgehên cuda  kar dikin û kêmasiyên heyî  dîsa bi hev re  çareser dikin.  Dursun axaftina xwe wiha bi dawî kir:  ''Em li vir  bi awayek kollektîf dixebitin. Di vî welatî de bi rastî  jî jinbûn pir zehmet e. Em him li malê n him  li derve dixebitin. Lê em jin dive xwe hêz bikin. Zihniyeta mêran hemû kedxwariyê dike,me dike kole û dikûje. Pêkutiyên niha li ser me tê kirin ji ber hişmendiya mêran ê wek pergalek li ser gel tê ferzkirin e. Li ser mirovan  polîtikayên tirsê tên avakirin. Em ji hevalên jin alîkariyê dixwazin, divê jinên mafparêz alîkariya me bikin.'' 
(pk/ch)

