Cennet, di civaka zayendparêz de têkoşîna kedê dide
12:12
Merve Has-JINHA
İZMİR - Cennet Gûlbeniz  jinek  ji 10 jinên ku  di Şaredariya Konakê ya Bîrima Karê Paqijiyê de dixebite,  têkoşîna makîneya  paqijiyê ya ji wê hatiye girtin dide.
 
Cennet Gûlbeniz  ji 10 jinên ku di Şaredariya Konakê ya Bîrima Karê Paqijiyê de dixebite yek ji wan e. Cennet 10 meh e di bîrima paqijiyê de dixwebite û her roj kuçeyên herêma Çankaya  yê paqij dike. Cennet da zanîn ku dema nû dest bi vî karî kiribû mirovan bi çavek ecêb lê dinêrî lê nêzîkatiya wan bi dil germî bûye û wiha pê de çû: '' 10 meh e ez vî karî dikim. Bavê min di şarederiyê de ji kare paqijiyê teqawîd bûye û ez jî pişeya bavê xwe berdewam dikim. Dema min dest bi vî karî kir min gelek bertekên erênî û piştgirî  girt. Berî şirtê ( süpürge)min  makine bi kar dianî. Kesên ku min didîtin pêşî matmayî diman lê piştre hîni  min bûn  û niha dibêjin ' em bi te ser bilind in.'   
' Pergala  taşeronê  tirsê li me dide jiyandin'
Cennet, anî ziman ku ji cihê dixebitî  hatiye girtin û wê dane heremekî din lê bi şanenavên kesên esnaf û niştecihên heremê cardin vegeriyaye cihên xwe û xebatên xwe domandiye. Cennet diyar kir ku wek taşeron dixebite û bi tirsa ku ji kar were avêtin dijî û got: '' Dema ji kar derxistin  tê rojevê em dizanin ku bi taybetî pêşî jin tên derxistin. Ji ber vê jî tirsa me zêde ye.  Ez ji kare xwe hez dikim, bi vê hezkiriyê dixebitim.  Ez 10 meh e dixebitim û min tû carî kare xwe paş guh nekiriye lê dîsa jî ev tirs di dile min de cîh girtiye. Ya din jî buhaya em digrin têrî me nake. 2 zarokên min hene û ji bo perwerdehiya wan, ji bo jiyanek bi tendûristî  neçar  dimînim  ku  karekî cuda jî bikim. ''
' Ji ber  ku ez jin im makîna paqiiyê ji min girtin'
Cennet da zanîn ku dema dest bi kar kiribû makîna paqijiyê bi kar dianî  û axaftina xwe wiha domand: '' Kesên ku min bi makînê didît piştgirî didan min. Piştre min mafê makine bi kar anînê bi dest xist lê ji ber ku ez jin im cardin makine  ji min girtin. Ez mehek û nîv e şirtê bi kar tînim lê heta ku cardin makînê bidim min ez ê têbikoşim. Ji ber ku li pêşiya min astengî dernexînin, ne ferz bû jî  lê min ji bo bi kar anîna vê makine qeyda xwe li  qursa  ehliyete jî kir û ez ê demek nêz de ehlîyetê jî bigrim.''  
' Him dixwîne him jî dixebite'
Cennet bi lêv kir ku  ji ber  rewşa malbata wê ne baş bûye neçûye dibistanê û niha perwerdehiya xwe berdewam dike. Cennet anî ziman ku niha diçe dibistana navîn ya ji derve(AÖO) û wiha dawî da axaftina xwe:  '' Ez him dixwînim, him dixwebitim, him jî 2 zarokên xwe didim xwendin.''  
(ch)

