SES: Pişeya heri kevin ya jinan tê windakirin
15:48
JINHA
AMED - Sendiqaya Kedkarên Tendûristiyê (SES) di der barê Roja Sawdeliyan( ebeler gûnû) de li ber Nexweşxaneya Welidinê  daxuyaniyek dan çapeminiyê. Hemşîreya sawdeliyê ya Nexweşxaneya Welidinê  Saadet Demîr, anî ziman ku  bi polîtiqayên  tendûristiyê ya  neolibral bedena mirovan wek  metayê tê dîtin û wiha berdewam kir:''Jinên ku zarokan tînin ji ber tetbîqa puanên performansê rastî mûdahaleyên tibbî ya ne pêwiste tê û ev jî tîcareta ku tê kirin dide ber çavan ku di çi astê de ye.''
Sendiqaya Kedkarên Tendûristiyê (SES) di der barê Roja Sawdeliyan( ebeler gûnû) de li ber Nexweşxaneya Welidinê  daxuyaniyek li dar xistin. Hemşîreya sawdeliyê ya Nexweşxaneya Welidinê  Saadet Demîr, li ser navê  kedkarên tendûristiyê daxuyanî xwend û diyar kir ku jin ji dîroka mirovahiyê heta niha pêşî bi bedena xwe, dawiyê de jî bi destê xwe jiyanê afirandiye û got:'' Pîşeya  ebeyan ji destpêka dîrokê heta niha ji bo vejîn û hebûna mirovan ya  jiyanê de alîkar  bûye.'' 
' Di qada tendûristiyê  polîtiqayên neolibral xetere ye'
Saadet da zanîn ku  welidina asayî  di avabûna tibba modern de guheriye û ji asayîbûnê derketiye. Saadet axaftina xwe wiha domand:'' îro rêzdariya pîşeya ebeyan ji ber ku pêvajoya welidinê û nêrîna zarokan wek tibbî bi dest tê girtin û girêdayî bijîşkan bûne nehatiye hîştin.'' Saadet Demîr, dest nîşan kir  ku  bi polîtiqayên  tendûristiyê ya  neolibral bedena mirovan wek  metayê tê dîtin û got:''Jinên ku zarokan tînin ji ber tetbîqa puanên performansê rastî mûdahaleyên tibbî ya ne pêwiste tê û ev jî tîcareta ku tê kirin dide ber çavan ku di çi astê de ye.'' Saadet bal kişand ser pergala bernameyên veguherina tendûristiyê jî û got:'' navê me dî vê pergalê de hatiye windekirin lewre di pergala hekîmên ebeyên malbatî de şopandina ducaniyan û tendûristiya dê û zarokan baş nayê kirin.'' 
 
Saadet, rewşa  xebat û ya jiyana ebeyan ku bandora neyinî li ser wan çêdike wiha rêz kir: "Xebatên ku bi tempoyek zêde tê kirin, Nobetên dirêj, Karên zêde, Xebitandina der peywîrên wan û xebatên bê ewleyî, Xebatên dij rêzê û angarya, şert û mercên xeterebûyinê de xebitandin, Nedîtina keda mirovan, Ji qadên biryargirtinê dûr xistin û tundiyên ji alî rêveber û mervên nexweşan ya hemberî me."
(sg-ch)
