Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Zîlan Pepûle, Zîlana Rojhilatê welêt...

Kadının Kaleminden
Hezîran 30 / 2016


 

 
Gulê Algunerhan
 
Îran, cîhekî ku jiyan li jinê û civakê hatibû herimandin bû. Rejîma Îranê bi taybet jinê û tevahiya civakê dorpêçkiribû û bi zîncîrên xwe yên zengarî nedihişt ku di mêjiyê civakê de fikrên azad ava bibe.  Her roj bi dehan jin li dijî vê rejîma serdest reaksiyon nîşan didin û bedena xwe didin ber agir. Jin di nava wê sîstemê de her roj tên dagirkirin û rastî her cûre êşkenceyê tên. Yanî bi kurt û Kirmancî li Îranê jin bûyîn guneha herî mezin e. Di nava vê rejîma ku xulamtiyê ferz dike û zilm û zorê dimeşîne de, bêgûman wê hin kesên xwedî îrade serî hildaban. Ji ber ku piştî, fikrên Apo'yî gihîşt Rojhilatê welêt li hemberî zordestî û dagirkeriyê şitilên azadiyê zîl didan û roj bi roj şîn dibûn...
 
Zîlan Pepûle (Letîfe Selamet) beyî ku haya wê ji tiştek hebe di sala 1983'an de li bajarê Ûrmiyê çavên xwe li dinê vedike. Bavê wê şikak diya wê jî ji eşîra Bradostan e. Zîlan her ku mezin dibe roj bi roj rastiya rejîma Îranê dibîne û li hemberî vê, rihê xwe yê welatparêziyê diparêze. Lê nikare zextên rejîmê ên li ser jinê ji nedîtî ve were. Ji ber ku Zîlan kêlî bi kêlî vê yêkê hîs dike û dikeve nava lêgerînên kûr. Di sala 1997'an de dixwaze beşdarî nava refên gerîla bibe û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Ev tevlîbûna wê ji bo wê çalakiyeke dîrokî bû. Lê belê ji ber ku temenê wê piçûk bû ev daxwaza wê ji aliyê tevgera azadiyê ve tê red kirin û Zîlanê careke din dişînin malê. Herçiqas mêjî û fikir mezin bibe jî temenê wê hê jî piçûk bû. Lê ew agirê azadiyê ku di dilê wê de bû roj bi roj geş dibû û dilê wê dişewitand. Bi komploya navdewletî ya 15'ê sibata 1999'an re Zîlan bi biryardariyeke xûrt dîsa çalakiya xwe ya dîrokî pêk tîne. Zîlan Pepûle navê xwe ji xwedawend Zîlan weke mîras hildigre, lêgerînên xwe yên azadiyê hembez dike û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Ji ber eşq û evîna xwe ya azadiyê paşnavê xwe dike Pepûle ango perperok û ji bo azadiya gelê xwe dibe şervaneke heqîqetê. Dema nû beşdarî tevgera azadiyê dibe di rapora xwe ya ewil de sedema tevlîbûna xwe wisa vedibêje;
 
'Di vê pêvajoyê de yan ez ê beşdar dibûm yan jî ez dimiriyam. Ji bo ku xwe ji sîstemê xilas bikim, ketim nava lêgerînan. Bi komploya navnewletî re ciwanên Kurd ref bi ref beşdarî têkoşîna azadiyê bûn. Ger ez bijîm, ez ê ji bo rêbertî bijîm, ji ber ku dema ez tevlî partiyê bûm ez gihiştim azadiya xwe.'
 
Zîlan yek ji jina ewil ku ji Rojhilatê welêt beşdarî nava refên tevgera azadiyê dibe ye. Lewma hertim bi vê giraniyê hewil dide bi rola xwe ya pêşengiyê rabe û li gelek deverên çiyayên Kurdistanê gerîlatiyê dike.
 
Bi vê berpirsyariyê berê xwe dide herêma Merîwanê û dibêje 'azadiya wan jinan ji bo min wezîfeyeke dîrokî û pîroz e. Ku ez vê nekim ez e weke volkaneke biteqim.' Herî dawî ji bo bîranîna xwedawend Zîlan (Zeyneb Kinaci), Zîlan Pepûle di şeva 29'ê hezîrana 2006'an de tevî çend hevalên xwe amadekariya merasîma bîranînê dike. Ew ê ji jinên gund re serpêhatiya fedaiyane ya Zîlanê vegotibana. Lê ewên ku 5 hezar sal in li ser riya azadiya jinê kemîn danîbûn, wê rojê dîsa li ser kar bûn. Piştî ku Zîlan û hevalên xwe ji civîna bîranînê derdikevin dikevin kemîna pastarên Îranê û bi wan re dikevin şer. Zîlan û 2 hevalên xwe di vî şerî de birîndar dibin û xwe li cihekî vedişerin. Lê dû roj piştre pastarên Îranê bi awayekî bê rehm û bê wîjdan cenazeyê Zîlanê li pişt wesaîteke girê didin û di nava gel de digerînin.
 
Ji bo ku çavê gel bitirsînin û pêşiya tevgera azadiyê bigrin vê hovîtiyê kirin. Lê ev yek di nava gel de rastî nerazîbûneke mezin hat. Li hemberî vê hovîtiyê gelê Rojhilatê Kurdistanê serî netewand. Berovacî vê, di nava jinan de lêgerîna jiyana azad avakir û bi dehan keçên Rojhilatê welêt navê Zîlanê hilgirtin.
 
Di roja Zîlanê de, Zîlaneke din xwe berda ser wê xaka pîroz û rihê wan gihişt hev.
 
Zîlan Pepûle bû Zîlana Rojhilata welêt û di 30'ê hezîrana 2006'an de Rojhilatê Kurdistanê ji rojeke fedaîyane û dîrokî re şahidî kir.
 
Weke 30'ê hezîrana 1996'an ya li Bakurê Kurdistanê...
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin