Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

‘Ka ji wê derê terorîst û

Kadının Kaleminden
Hezîran 29 / 2016


 

 
Eyşe Gokkan
 
Pergala Serokomarê tirk Recep Tayyip Erdogan muharabata şexsî çêdike. Xwendevanek dengê mamoste qeyd bike û gilî bike, têrê dike ku mamoste ji erk bê durxistin. Li ser çapemeniya civakî peyamek tenê têrê dike ku mirov bê îşkencekirin, girtin û zarokê 2 salî jî were darizandin. ‘Dadger dipirse; tu çend salî yî? Ji bo ku zarok nikare biaxife her du tiliyê xwe hildide, yanî du salî ye. Dadger: hiii! Terorîst, çawa tiliyê xwe hildide’ (trajedî û komedî ye)
 
Dema ku Selamat Yeşîlmen li Nisêbînê ducanî hat qetilkirin, pitik di zikê dayikê de hat kuştin, zarokê 2 salî jî dê were darizandin, ne şerm dikin ne jî fedî. Niha hat merhaleya muharebat (istikbarata dîktatoran) Du potansiyel çêdibin, ji şexsê Erdogan re û yên li dijî. Herdu jî her dem ji hev bişik in. Êdî ewlehî, parastin ji tu kesî/ê re ne lazim e, dê tenê ji şexsê Erdogan û zilamên wî bên parastin.
 
Ji bo ku carek û rojek têrê dike ku ‘terorist’ bê îlankirin. Ji bo ku hemû kes di potansiyela terorîstiyê de ne, ewlehî tenê ji Erdogan û zilamê wî re hewce ye. Her roj medyaya qesrê çêr dike ku bajar paqijkirine. Paqijkirin tê çi wate yê? Werin li Kurdistanê dora muduryeta ewlehiyê, walitî û qeymakaman mêzînin, dorpêçkirînê. Ku ewlehî jî dorpêç bibe, dê kî wan biparêze? Ji kê ditirsin? Ecep ew jî wekî DAIŞ’ê dema diçin û tên dua dikin ku di dorpêça xwe de tune nebin? Dora walî û qeymakamtiyan jî bi vê sedemê dorpêçkirin e! Eceb kê dorpêç kiriye ev jî sibê nebin terorîst? Ne ji tirsê ye jî (?) Lê ji bo çi ye? Kesî rê û tirafîkên bajar ji bo kesekî guherandiye û girtiye?
 
Saziyek an tevgerek bixwaze daxwuyaniyekê bide, ji sedema girtina rê destûr nayêdayîn (sedema siparîşkirî) Demeke dirêj Atalay Filiz (qatîl) neheta girtin ji bo ku hemû ewlekiya qesrê li pey zarokê du salî bûn, yên din jî di dorpêçe de bûn.
 
Niha hat merhela ku dema Erdogan derbas bibe, bi dengvedana ‘destûr’ kesê ku bejna xwe netewînin êdî  ‘terorîst’ e. Rojek û carek têrê dike ku Serokê Vakfa Mafên Mirova Şebnem Koru Fîncanci, Berpirsiyarê Rojnemegerên Sînor Nenas Erol Oderoglu û rojnemeger Ehmed Nesîn bên girtin. Wan ji dengvedana ‘destûrê’ re wekî Gurbetellî Ersoz bejna xwe   netewandin û bûn nobedarê  rojnameya Ozgur Gundemê.  Ma ev ne rûreşiye.
 
Şebnem a ku yekem çû wehşeta jêrzemîna Cîzîrê dît û rapora çawa hevserokên meclisa gel ên berxwedêr Asiye Yuksel, Mehmet Tunc û hevalê wan (ku hîn jî cihê wan diyar nebûye) bejna xwe li ber çekên NATO’yê, JOH, POH’ê netewandine-mor kir.
 
Êdî  ‘terorîst’ bi siparîşan e. ‘Ka ji wê derê terorîst û xendekek bide’ Niha fermana qesrê ji bo xendek û terorîstan Kurdistan hilweşand, an ji bo ku bêstatubûn qebûl nekir û bejna xwe li ber qesrê netewand? Xendek û terorîst siparîş e.
 
Îro li kolanên Licê kon vedane kirine qereqol, nahêlên mirov bilivin. Ma Licê xendek kolan? ku bikola karibûn kon vedana? Ka ji bo xendeka bû. Rûreşiyê jî êdî tehmûl nekir, sînor derbas kirin, medya siparîş jî nikari bigire.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin