Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Îtibar!

Kadının Kaleminden
Hezîran 15 / 2016


 

 
Eyşe Gokkan
 
Dewleta tirk bi ser gotina ‘çend çapûlcî’ 4 hezar gund şewitandin, nahî jî AKP, 150 gund û tax, 22 navçe û 7 bajaran hildiweşîne yên din jî dorpêç dike û dibêje: Kurd bi ser kurdan de bajara hildiweşînin. Hîn jî hêviya pargala Tayip Erdogan ji gotinên 40 salî ên berê heye, dixwaze kurdan  bêîtibar û bêbawer bike. Lê Tayip dizane çi hatiye serê wî, stratejiya  ‘hate jin azad nebe civak azad nabe’ di Rojhilata Navîn de cara yekem e jin serbixwe, bêhempar tevli têkoşîna azadiyê dibe û dema jin tevli bû veger tune ye.
 
Em li pêwajoyê dimêzînin li çar aliyê Kurdistanê têkoşerên kurd li Rojhilata Navîn bûn rêberên herî biîtibar. Li Kurdîstan, Îran, Irak, Sûriye, Tirkiye, Asya, Ewropa, Efrîqa û hwd. Kobanê ya Rojava bi rêbertiya Şîlan Kobanê, Arîn Mîrkan bû bajarê cîhanê û berxwedana gerdûnî.
 
Dema YPG/YPJ çû Girê Sipî jin bi tîlîlî, cil û bergê xwe yê rengîn derketin pêşwazî yê. Li Şengalê bi heft gerîlayan rê hat vekirin, jinên DAIŞ’ê esîr girtin û dixwest bike kole, bi hêza xwe ji destê DAIŞ’ê filitîn û YJŞ ava dikin.  Îro hemleya Reqayê bi rêvebirtiya jinê dest pê kiriye. Ev agahî ji aliyê hemû medya cîhanê ve tên weşandin ji xeynî ya Tirkiyeyê. Ku rêxistina bi tesîra felsefa Ocalan be, qey li dijî bawerî û nasnaman dibe!
 
Heta îro jin û kurdên têkoşer canê xwe yê ciwan fedayî mirovatiyê dikin. We bihistiye ku ji malekê tenezulî pênûsekê kirine? Hemû cih û warê jiyanê bi canê xwe azad dikin û teslîmî gelê heremê dikin. Dê kîjan kurd ji vê îtibarê û baweriyê dûr bikeve, dê kîjan kurd bêjê ez ne kurd im? Dê kîjan kurd bêje; kurd li berjewendiyên xwe digerin? Dê kîjan kurd bêje; ez ji ber kurdan şerm dikim? Dê kîjan kurd bêje; ez ji vê rûmetiyê dûr bikevim? Bila bêzanîn ku tu firansî ji ber berxwedana Komuna Parîsê ve, tu îrlandayî ji ber ya Belfast ve û tu îspanyayî ji ber parastina rewa û rêvebirtiya xweser ve şerm nekir, tu kurd jî ji ber xwe ve şerm nakin, ava dikin.
 
Dê kîjan kurdê bêje; kurd li dijî destdirijiya bêdeng in? Dê kîjan kurd bêje; baş e, laşê min perçe bikin û parçê laşê min bi emrê Tayîp li nixwaşxaneyên belav bikin? Dê kîjan kurd bêje; baş bû di jêrzemînan de însan zindî şewitandin? Dê kîjan kurd bêje; baş e ku JOH, POH, Tîmên Essetullah ketin bajaran mal bi mal talan kirin? Bila pergala Erdogan xeyala neke, tu kurdê ku ji ber kurdên têkoşer ve şerm bike bêbawer û bêîtibar be tune, biçe li deriyekî din bixe, yên ku di rêya fitrata te de ye (Boko Haram, DAIŞ) şantajan dike, sivîlan ji xwe re dike mertal.
 
Êdî cihê Erdogan diyar e, ne merasîma cenazeyê Muhammed Elî ye. Muhammed şoreşger e, mislimanê li dijî şerê Viyetnamê derketiye, wekî li dijî DAIŞ’ê û AKP’ê ye. Berxwedana jin û gelên Kurdîstanê bêîtibariya Erdogan ewqas li cîhanê belav kir ku, heyfa min tê CHP nahêle li Tirkiyeyê jî ewqas bêîtibar bibe.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin