Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Bi tilîliyên jinan Şoreşa Rojeva

Kadının Kaleminden
Hezîran 08 / 2016


 

 
Zehra Tunç
 
Li Rojavayê jinan pêşengiya şoreşa hebûnê kirin, mirovahî ji xweliyê jîndarkirin niha jî pêşengiya hamleya Reqa û Minbicê dikin. Jinên ku ji Besê, Zarîfe, Sakîne û Zîlanan hêz girtin bûn Arîn, Zozan, Gulan, Sîbel, Zehra Penaber û bûn pêşengên şoreşa Viyanê. Rojda Felat û hevalên xwe bi hêza ku ji dîroka jinan girtine, pêşengiya hamleya Reqa û Minbicê dikin.
 
Jinên ku ji çavkaniyên herî kevnare yên jiyana mirovahiyê kok girtine, ji ber kokê wan bi hêz e, ser wê kokê şîn dibin û bilind dibin. Ji xwe pêşiyan gotiye; “Her giya li ser koka xwe şîn dibe.” Jinên pêşengiya şoreşê dikin û ji nû ve wate didin jiyanê jî li ser kokên xwe ya ji kevneşopiya xwedawendên hezaran salan mane şîn dibin.
 
Ji wan jinan Sema ji bo têkoşîna jinan û netewan bigihîne hev bû pira di navbera 8’ê Adarê û Newrozê de. Kader Ortakaya, ji bo têkoşîna jinên kurd gerdûnî bibe û bigihîne hemû jinan bû pira di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de, di çalakiya xwe de sînor û dîwarên li pêşiya jinan rakir û bêwate kir.
 
Zîlan ji nav dilê Dêrsimê ji xweliya xwe ji nû ve şînbû, Arîn li Girê Miştenûrê ji nû ve can da hêviyan û bû navê hemû zarokên salê. Her du jinên çeleng dişibiyan navê xwe, yekê navê xwe ji Geliyê Zîlanê girt a dinê jî, ji çanda mirovahiyê ya hezaran salan girtiye.
 
Ji Gulan Çekdar a ji ber Çemê Xolanê ji Êlihê ketî rê, heya Zehra Penaber a ji ber zilma deshilatan carekê penaberbûyî û ji ber siya mirinê ji nav zarokên pêxwas ketî rê, heya Destîna Qendîl a ji nav pergala feodaliya bakurê Kurdistanê ketî rê û heya jina hunermend Viyan Peyman a ji cihê derketina rojê Rojhilatê welat ketî rê,  jin li nav dilê berxwedana Kobanê de civiyan.
 
Tenê ne ji aliyên Kurdistanê ji nav rêxistinên sosyalîst Sîbel Bulut û ji nav rêxistinên jinan ên navnetewî Îvana Hoffman ketin ser rêya şînkirina hêviyên jinan û li Kobanê nemir bûn.
 
Jinên ku kevneşopiya berxwedana destanî ya jinên şoreşa rojava gihandin lûtkeyê niha jî pêşengiya hamleyên Reqa û Minbicê dikin. Giringiya hamleya hatî despêkirin li Rojava di gotinên Fermandara HSD’ê Rojda Felat a: “Her pêngava me li dijî êrîşên çavsor bersivek e” de veşartî ye.
 
Jinên ku bi tilîliyên xwe yên serketinê bûn tirsa xewnên nûnerên pergala deshilatiya mêran DAIŞ’ê, her roja ku diçe serketinek nû li dîroka xwe ya nûjen zêde dikin.
 
Tirsa dijminê jinan, mirovahiyê û dîrokê DAIŞ  ji gotinên Rojda Felat ên: “Berxwedana me ne tenê ji bo gelê kurd e, ji bo hemû gelan e. Em wekî hêzên HDS’ê wê li dijî êrîşan bin. Çete li dijî gel pêkanînên dij mirovane pêk tîne, serê mirovan jê dikin, zarokan dikujin, tecawiz li zarokan dikin, qadên jiyana mirovan dagir dikin. Ji ber vê jî em wekî HSD’ê wê gelê xwe ji zilma çeteyan rizgar bikin. Em wekî HSD’ê heta çeteyek jî bimîne em ê têkoşîna xwe berdewam bikin” ne.
 
Ji bo wê jî jin li gel baskê artêşbûnê di hemû qadên jiyanê de xwe rêxistin dikin û jiyanê ji nû ve avadikin. Ji çandê heya aboriyê, ji sazkirina zagonan heya çandiniyê her der kirine qada rêxistinbûn û xebatê.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin