Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Dorpêça mêjî

Kadının Kaleminden
Hezîran 08 / 2016


 

 
Eyşe Gokkan
 
Dewlata Tayyîp Erdogan nikare mêjiyê kurdistanîyan dorpêç bike, cih û warê wan dorpêç dike. Yê ku mirov matmayî dike sazî-dezgehên (li Kurdîstanê walîtî du kat) AKP’ê û mêjiyên AKP’ê  di dorpêçê de dorpêçkirîne. Tayyîp çawa mêjî dorpêçkirine wisa pênaseyekê dixwaze. Pênaseya Tayyîp: ez ji aliyê gel ve hatime hilbijartin. Ez ji AKP’ê hatim. Rejim hatiye guhertin. Pergala kiryarî ya seroktiyê êdî qebûl bikin. Ku tu kiryarî serokî, tu çawa serokomarê qanûndanîn,  birêvebirkirin, darazê yî?
 
Ma dema tu hatî hilbijartin te qala pergala seroktiyê kir, te bigota, ka tu dihatî hilbijartin? Na! Te pişt re jî soza bêalîgerî da. Tu ben û fenan bi hev re amade dikî. Ger ku tu serok î, tu çima li Amedê wêneyê xwe û yê Binalî Yildirim bi hev re li ser walîtiyê dixî? Ma walî bêhilbijartin bi te re derbasî walitiya partiyê bû, bide dengdayînê, ka Amedî dê kê/î hilbijêrin? Ev der Kurdîstan e tirsa te ya herî mezin li vir jin tên hilbijartin. Ku tu serokomarê partîyî, daraz jî ya partiya te ye?
Nîqaşiyên li ser darazê mînakeke belkêş heye. Hûn ji min çêtir dizanin, berê Sefîr li bajarê ku cîranê wî welatî bûn, li Qers, Agirî, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Colemêrg, Îzmîr, Edîrne. Her îktidar kişandin Enqereyê Sefir jî pê re kişandin. Di wextekê de Sefîrek nû hatiye Îzmîrê. Saziyên sivîl, walî, partî, rûspî û rêvebirên herêmê dawet dikin. Her kes beşdar dibe dimêzînin dadger û dozger tune ne. Yek meraq dike ji Sefîr dipirse; te çima bangî dozger û dadgeran nekiriye? Sefîr şaş dibe, dibêje; estaffullah ma hedê min e, ez bangî wan bikim. Ew hesên ku mêzîna wekheviyê, edaletê di destê wan deye, ma dikarin tevli dawetên kesan û tekildarî kesan bin, dê dibin gumanê de bimînin. Ango şerm e, ji sefîr, qanûn û civakê re hekaret e!
 
Berde dozgeran, dadgeha bilind Tayyîp jê re çi bibêje dike. Çayê kom dike, ji Tayyîp re dide çepikan, li gorî wî kê ceza bikê-kî berde…hwd.  AKP’î dibêjin ma çi bûye. Hîn çi bibe ma ji vê zêdetir dorpêçkirina mêjî dibe? Zelal e ku ruh û mêjiyê AKP’iyan dorpêçkiriye. Di cîhanê de seroktî û serokomarê partîyan hene lê daraz negirêdayî wan e (ABD,  Fransa). Ji berî hemû kesan pêwîst e AKP’î qîrîn û hawar bikin, bi taybetî jî jinên deng dane AKP’ê, ji qîrîn û hawarê qesrê hilweşînin, qanûnên herî rûreş bi ser jênê de tên.
 
Dîsa yên ku di AKP’ê de berpirsyarî dikin û kirine; ku hûn îro deng nekin dê gunehê zilma ku Tayyîp dike di serê heft nesîlê zarokê we de biteqe. Ne neteweyî ne jî navneteweyî îtibar nema. Bi erêkirina komkujiya  Ermenîyan Almanyayê qençî kir, xwe û Tirkiyeyê ji rûreşiyan difilitîne lê xeynî HDP’ê mêjiyê dorpêçkirî rastiyê nabînê.
 
150 gund û taxên girêdayî 7 bajar û 22 navçê Kurdistanê bi fizîkî 1117 roj in dorpêçkirîne 1119 kes hatin qetilkirin lê tu kes nikare mêjiyê wan dorpêç bike. Bi milyonan însan li ber xwe didin ku terka Kurdistanê nakin, wekî Kobanê û Mexmûrê (27 sal in). Kesên di AKP’ê, CHP’ê de berpisyarî kirine û berpirsyar in bibihîsin; dorpêça mêjiyê xwe bişikînin, heyfa Tikiyeyê û Kurdistanê,  ji ber dorpêçkirina mêjiyê we ketin vê rewşê.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin