Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Heta Xelîl xemilî dîlan betilî

Kadının Kaleminden
Hezîran 05 / 2016


 

 
Nalîn Dicle
 
Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) ku di 10’ê cotmeha 2015’an de bi tifaqa 13 hêzên leşkerî ku nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikin hat ragihandin û bi pêngava rizgarkirina Holê nav û dengê xwe da bîhistin. Piştî rizgarkirina holê, bi pêngava Şedad û herî dawî jî di 1’ê heziranê de bi Pêngava Minbiçê destpê kirin. Pêngava rizgarkirina Minbiçê bi taktîka ‘çep lêxe rast vegere’ hat despêkirin, lewra di 24 gulanê de wekî pêngava Bakurê Reqayê hat despêkirin , lê di 1’ê hêziranê de vegeriya pêngava Minbiçê.
 
Piştî ragihandina pêngavê, rayedarê Amerîkayê aşkera gotin ku ew destekê didin HSD’ê, Di heman demê de wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê  Sergey Lavrov jî aşkera kir ku ew jî dixwazin di pêngavê de li gel kurdan cih bigrin.
 
Ev hevkariya Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya bi HSD’ê re jî herî zêde Berzanî û Erdogan hêrs dike. Erdogan aşkera got; ‘ya Em, yan PYD’ û bi van zextan dixwest hevkariya bi HSD’ê re asteng bike û pêşî li pêngava Minbiçê bigre. Di dema derbasbûyî de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavûşoglû di got ku bila Amerîka dev ji HSD`ê berde, hêzên me amade ne ku Reqayê rizgar bikin.
 
Ya herî balkêş jî di dema pêngava rizgarkirina Minbiçê de Enes El Ebde serdana başûrê Kurdistanê kir û bi binemala Berzanî re hevdîtin pêkanî. Enes El Ebde diyar kir ku ew hewl didin Pêşmergeyên rojava bi rengekî aktîv beşdarî şerê li dij rêjîmê û DAIŞ’ê bikin. Bi daxuyaniya Enes El Ebde re parelel li herêmê Komekê bi navê Siwar El Kurd hat ragihandin. Siwar El Kurd di daxuyaniya xwe ya yekem de bi rengekî aşkera ragihandin ku armanca wan ya sereke paqijkirina herêmê ji PKK û PYD’ê ye. Ev dane hemû nîşan didin ku Barzanî û Erdogan ji bo ku kurdên Rojava neyên naskirin û di pêşeroja Sûriyeyê de cih negirin û ji bo hevkariya leşkerî ya hêzên sereke yên cîhanê asteng bikin çi ji destê wan tê dikin. Dîsa di vê demê de hewldanên derbaskirina Rojava ya çekdarê PDK’ê yên ku xwe wekî ‘ Peşmergeyên Rojava’ nîşan didin û avakirina siwarên kurd ne tenê hewldanên derxistina alternatifa HSD û YPG’ê ye di bingeha xwe de plana şerê birakujî yê li Rojava ye. Daxuyaniya Siwar El Kurd bixwe jî îlana Şerê birakujiyê ye.
 
Yên ji xwe re dibêjin Peşmergeyên Rojava dema Şoreşa Rojava des pê kir li ku bûn? Ew kes di dema şoreşê de reviyan û çûn xwe spartin PDK’ê. Ew kesên ji wêrektiya welatperwerî bêpar in ji bo ku zikê xwe têr bikin ji welat revîn. Jixwe gelek ji wan piştî hinek pere dane hev vê care jî reviyan Ewrûpayê.
 
Bi navê nû Siwar El Kurd jî bi navê din Selahattîn, Azadî, Yûsûf El Azma, Lîwa El Hamza bûn, niha her çend wekî kerê qeyseriyan hatibe boyaxkirin jî lê rojavayî dizanin ku ew şirîkên kimyagerên komkujiya li ser zarokên kurdan yên Şexmeqsûd in. Rastiya li holê ew e ku plana Berzanî-Erdogan bi destê van komên çete li Rojava şerê birakujî yê ye.
 
Ji van hemû daneyan encama ku derdikeve ew e ku hewildanên Berzanî yên avakirina hêzêke alternatif heye, lê nekarin desteka Koalisyona Navnetewî ya ji pêngava Rizgarkirina Minbiçê asteng bike, ev jî nîşan dide ku di têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê de tekane hêza HSD û YPG ye ku bi werekî û lehengiyê xwe ji cihanê re piştrast kirine. Ango hewldanên Berzanî û Erdogan, Enes El Ebde dê nikaribin pêşî li Pêngava Minbiç û yekbûna Kantona Kobanê û Efrinê bigrin. Di vê rewşê de gotina pêşiyên kurdan heye û dibêjin; “ Heta Xelîl xemilî dîlan Betilî’.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin