Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Kî rojeva jinan diyar dike?

Kadının Kaleminden
Hezîran 03 / 2016


 

 
Zeynep Erdem
 
Em di sedsala 21’emîn de ne û li Tirkiyeyê tiştên li dijî mirovahî û aqil in tên jiyîn. Mirov nikare vê rewşê bi hevokan pênase bike, dema mirov pênase dike rewşeke trajediyê derdikeve holê. Îktîdara heyî zîhniyeta xwe ya jirêderketî li ser jinan dixe meriyetê û tiştên ku niha diqewimin paşverûtiya Sedsala Navîn li pişt xwe hiştiye.
Mirov ji xwe re dibêje evqas jî nabe. Zilamê ku xwe pir zane dihesibîne, xwe ii ser hemû kesî re dibîne û mîna endezyarê civakê tevdigere. Li ser jinan bertekên civakê diceribîne û îdraqên xwe yên qirêj didomîne. Dixwaze rizînên civakê bi beden û nasnameya jinan ve îzah bike. Li gorî hişmendiya xwe rêgezên jiyanê ya jinan û rojeva jinan diyar dike. Ewqas paşverû ye ku ji bilî fikrên xwe tu tiştekî qebûl nake. Haya wî ji vîn, rêxistinbûyîna jinan nîne.
 
Di axaftinên xwe yên bêwate de jinan dike mijar. Axaftinên wisa eletewş dike ku mirov matmayî dimîne. Dibêje bila nizanim çend zarokan bînin, nizanim çawa kincan li xwe bikin, nizanim çawa biaxivin û bikenin. Ew rewşeke tam şîzofrenîk e. Wisa difikire ku dê jin ji wî re bîat bikin. Ji bilî çend jinên derdora wî ku bêîrade hatine hiştin tu jin bîat nakin û wî cidî nabînin.
 
Bêguman di civakê de jin xwedî rol û mîsyoneke girîng in. Li hemberî feraseta serdest a mêr û baviksalarî jin xwedî hêzeke girîng in û wisa bawer dikim ku tişta herî zêde wan ditirsîne ev taybetmendi ye. Jin rojeva xwe diyar dikin û di diyarkirina rojeva xwe de jin gelekî bi pêş ketin. Ev jî nîşan dide ku aqilê serdestiyê û baviksalariyê çiqasî ji civakîbûnê dûr ketiye.
 
Di roja me ya îroyîn de herî zêde jin li hemberî feraseta paşverû li ber xwe didin û bîatê nakin. Ji ber ku jin serî natewînin li hemberî wan evqas operasyonên bîrbirinê pêk tînin. Hewl didin rojevên jinan berovajî bikin. Lê bi sernakevin, ji ber ku jinan nîşanî hemû kesî dane ku dema li ber xwe bidin çiqasî serkeftî ne. Jin li nasname, îrade, beden û rêxistinbûyîna xwe xwedî derdikevin. Mirov dikare bibêje ku li hemberî aqilê faşîst ê îktîdarê keleha li ser piyan jin in.
 
Jinên berxwedêr bi têkoşîna xwe ya radîkal derbeya herî mezin li wan xistin. Niha dixwazin vê îrade, wêrekî, berxwedêriya jinan têk bibin. Li hundirê welat û li derveyî welat jinan li hemberî pêkanînên faşîst şer kirin û bi vî rengî bersiv dan. Li Kobanê Arîn Mîrkan, Sûrê Sonay, li Cizîrê Asya Yuksel, li Silopiyê Pakîze Nayir, li Geverê Altun Yaray, li Rojava Rojda Felat fermandariya operasyona Reqayê dike. Bi dehan, sedan û hezaran jinên ku mîna van jinan lehengî kirine û bûne efsane hene.
 
Ji rojevên van jinan ditirsin. Lê tiştekî ji bîr dikin ku dema dixwazin rojeva jinan berovajî bikin, dê wê demê jin bêtir li rojevên xwe xwedî derkevin û rojevên xwe biafirînin. Ger jin li rojevên xwe xwedî derkevin dê wê demê berxwedan mezintir û azadî nêztir bibe. Rojeva jinan li hemberî aqilê mêr û hemû rizandinan berxwedan û têkoşîn e. Ji ber vê yekê ye ku jin rojevên xwe diyar dikin.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin