Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Qey nabe?

Kadının Kaleminden
Hezîran 01 / 2016


 

 
Eyşe Gokkan
 
Gotinên sedsal in ku li ser jiyana civakê de bandor dikin huneriyê dixwaze. Siyaset hunerî ye. Ger ku hûn siyasetmedar, wekîl, kesên berpirsyar in û mijar jî aştî û têkoşîn be baldartir dibin. Ji ber civakê ve neaxivin. Pirsan li gorî berjewendiyên xwe nepirsin. Tayyîp Erdogan devê xwe vedike dibêje; gel şer naxwaz e. We bihîstiye ku kesî gotiye; ez şer dixwazim.
 
Lê bi milyonan kes dibêje ez têkoşîna azadiyê didim. Tayyîp dibêje; xala destnedayînê biçe dengdayîna gel (referandum) dê ji  sedî 70-80 ji sindoqê derketiba.Wisa nebêje. Bi taybetî piştî Ahmet Dovutoglu yê ku te jê re çi bigotiba ew dikir, te ser serî xist nebêje. Gel pir kûr dixwîne. Ez naecibînim lê li gorî AKP’ê te kesekî ku bi doza te girêdayî xistiye (û ji berî wî jî gelek kes gul, arinç), dê AKP’î çawa bi te bawer bibin ku te, bi serê te bikin serok? Qey AKP’î fêmnakin ku dê wan jî wekî Ahmet bike? Hûn nezan bin jî bizanibin ku hûn bi civaka dehhezar sal tecrûbe re dijîn. Hûn civakê çi dihesibînin? Nivê civakê jin bi qanûnê rûreş re rûbirû dimînin. Qey jinên deng dane AKP’ê dê nefikirin?
 
Cîhan dizane ji bo ku Tayyîp xwe bike serok Tirkiye û Kurdistan bombebaran dike. Yalçin Akdoganê ku xwe hişliserî dihesibîne got: we got em te nakin serok mase qulibî. JOH û POH’ê ku êdî hiş biserê wan de nemaye, serxweşin jî ji hev re dibêjin ‘dê şer heta Erdogan bibe serok bidome.’ Ku nebe serok jî heta top biavê dê bidomîne.
 
Wêne ewqas zelal e. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan got: me, rêya demokrasiyê nedît em ji bo parastina rewa têkoşînê didin. Rêberê aştiyê Ocalan ji 1993’yan heta niha 8 caran bi yek alî agirbest îlan kir, ji wê dîrokê heta niha 23 sal in bi berpirsyarên dewletê re hevdîtinê dike û giravê de 18 sal in di nav tecrîdê de tecrîd kiriye, wî her carê jî gotiye: ku hûn bi min re hevdîtinê dikin cîdi bin. Tu caran hevdîtin pûç nekirin, her dem watedar kirin. We bihistiye ku naveroka hevdîtinên Îmraliyê yan jî yên ji berî Îmraliyê ji bo xwe teşîr kiriye yan wekî tehdît bikar aniye?
 
Li Tayyîp bimêzînin, ji bo bibe serok hemû hevdîtin, hewldan, tekilî, rapor, nivîs, Mutabakata Dolmabaxçeyê, kesên ku wî bi xwe di hevdîtinê de berpirsyar kirine, kesên ku der barê mijarê de ji wan agahî xwestiye hemûyan sûçdar dike. Mijar hewceyê baldariyê ye. Di cîhanê de gelek pirsgirêkên welatan, civakan, gelan çêbû ne. Kesê bûne navbeynkar û berpirsyar pêwîste tu caran serwextiya xwe ji destê xwe bernedin. Û mijarê nekin sedema destnedayinê yan xwe pê ji cizayê bifilitînin an jî pê bibin serok. Baldar bin, hûn tenê çavê sêyemîn ê navnetewan nerijînin, hûn ê xwe jî birijînin.
 
Her têkoşîna azadiyê aştiya xwe bi xwe re diafirîn e. Bi sedsal in civak xwediyê vê tecrûbeyê ye, Îrlanda, Bask, Ahmet baştir dizane wekî Fîlîpîn…hwd. Rewşa jinan di vê mijarê de bimêzînin, di pêvajoya aştî û têkoşînê de keda wan gelek e, tu car ji serdestiya forsê zilaman nehatine xuyakirin lê ji bo xirabkirinê qasî misqalê jî zirar nedane. Qey na be ku navbeynkariyê bêbawer nekin.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin