Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Sînorên qetilkirinê

Kadının Kaleminden
Hezîran 01 / 2016


 

 
Zehra Tunç
 
Qilaban bi qasî Şirnexê nebe jî hinekî nêzî Colemêrg û hinek jî nêzî Zaxoyê ye. Qilaban xwediyê erdnîgariya cuda û bi çiya ye. Erdnîgariya wê rengê xwe daye mirovên li wir dijîn jî. Li wê erdnîgariyê eşîra goyan heye. Navçe bi xwe biçûke lê gundên wê pirin. Di her gundekê de taybetmendiyên ku ji gundên din cuda dibin hene.
 
Heya salên 90’î de gundên wê dagirtîbûn û bi tevahî ser xwe bûn. Lê bi polîtîkaya dewletê ya cerdevaniyê re tundiyeke mezin li ser gundiyan kirin. Ji ber ku gundiyan cerdevanî nedipejirandin gundên xwe berdan û ketin ser rêyên koçberiyê. Bi polîtîkaya valekirin, şewitandin û wêrankirina gundan a di salên 90’î de ku li bakurê Kurdistanê despêkirî re gelek gundên navçeyê jî hatin şewitandin.
 
Bi wê polîtîkayê re zozanên Kêla Memê yên ku çavkaniya debara welatiyên navçeyê bûn jî hatin qedexekirin. Ji ber ku erdnîgariya wê têr çiyaye, cihê çandiniyê pir kême. Zêdetir debara navçeyê li ser sewalkariyê ye û zozanên bilind Kêla Memê ye. Bi şewata gundan û qedexekirina zozanan re gundiyên li hinek gundên li navçeyê man êdî debara xwe bi karê li ser sînor kirin.
 
Ji vê zêdetir derfetên debarê nehêlane, ji bo wê jî karê debara ji sînor pêşket. Sînor jî li gorî çî û li gorî kê sînor e? Jixwe çawa Qilaban navçeyeke Şirnexê ye, Zaxoka Behdînan jî cihek biçûk bi qasî navçeyekê ye ku dirêjî nav Herêma Hefteninê dibe, ew jî xwediyê herêmek fireh û têr gunde. Aliyê Zaxo yê ber bi Hefteninê ve digihîje nêzî Qilabanê. Roboskê jî hinek dikeve aliyê Zaxo, jixwe di nav gund de hem Zaxoyî û hem jî Qilabanî hene. Ji ber wan tu carî ew sînor wekî sînor nedîtine û ne pejirandine, ji bo wê jî berê de çûn û hatin hebû, lê taybetî di van demên dawiyê de zêdetir debara wan jî ketiye ser wê.
 
Gundiyên ku ji derveyî debara sînor wekî din tu rê û çareyên jiyanê di destê wan de nehêlane, niha jî ji ber debara sînor tên qetilkirin. Di 28’ê kanûna 2011’an de bi balafirên şer ên F-16 li gundê Roboskê bombe barandin. Di êrîşa hewayî de 19 jê zarok 34 welatî qetil kirin. Piştî wê bûyerê Roboskê ket rojeva cîhanê, kesên Roboskê nebihîstî nemane.
 
Piştî ve komkujiyê 4, 5 sal derbas bûn, lê kujer nehatin darizandin û doz li kesî nehat vekirin. Ji ber ku rêyên lêgerîna malbatan a hiqûqê li Tirkiyeyê hatin girtin, malbatan doz birin DMME’ê. Hê jî kujer nehatine darizandin, dîsa hêzên dewletê li heman cihî bi tang û obusan top barandin ser gundê Qilabanê û dîsa zarokên bi navê Vedat Encu û Yilmaz Encu qetilkirin û 3 kesê din jî giranî birîndar kirin.
 
Ev sînor tenê ne li Roboskê, li ser sînorê Başûr û Rojhilat jî her roj dibe sedema mirina mirovan. Li wir jî mirov neçarî debara sînor hatine kirin û her wiha tên qetilkirin jî. Li sînorê Bakur û Rojava jî bi heman şêweyî ji Cizîra serxet û binxetê, heya dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de tê çêkirin mirov tên qetilkirin. Ji Serêkaniyê heya Efrîn û Dîlokê her der kirine sînorên mirinê. Sînorên ku tu carî kurdan nepejirandine, her tim bûye sedema mirina wan. Dewletên dagirker bi sînorên navbera xwe de malbatên kurdan parçe kirine û li her çar parçeyên Kurdistanê malbat ji hev belav bûne. Ji bo wê tu carî ew sînoran nasnakin û ligel xetereyên sînoran jî jiyana wan li ser sînoran didome.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin