Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Ji bo kurdan serxwebûn

Kadının Kaleminden
Gulan 31 / 2016


 

 
Zaxo Zagros 
 
Her ku krîza başûr a siyasî û aborî mezin dibe, mijara çêkirina referandumê ji bo ku kurd dewlet dixwazin an na, ji aliyê serokê PDK Mesud Barzanî ve dikeve rojevê. Bi sal vegera sedemîn a peymana Sykes-Pîcot dema dewleta kurdî tê nîqaşkirin dibe ku heyecan û coşekê bi hin kesan re çêdike. Lê dema mirov li hevsengên navneteweyî û metirsiyên li ser gelê kurd biçavekî din şirove dike, der dikeve holê ku pêwîste kurd vê mijarê bi awayekî berfireh û pir alî binirxînin.
 
Berî hertiştî li gorî nêrîna min; divê mirov ferqa di navbera avakirina netewedewleta kurd û serxwebûna gelê kurd de pênase bike. Serxwebûn tê wateya ku wekî gel divê em xwebûna xwe ya raman, siyasî, parastin, aborî û civakî damezrînin. Ango em hewceyî tu dewletan nebin. Lê dema mirov li binesaziya başûrê Kurdistanê dinêre, aşkeraye ku gelek ji van rehendên serxwebûnê di roja îro de peyda nabin. Mixabin di warê siyasî, aborî û ramanî de dest jê berde têra xwe bike, bi her awayî krîzekî navxweyî dijî. Parlamentoya başûrê Kurdistanê ev nêzî salekê ye naxebite, hemû partiyên heyî di nav neçariyeke siyasî de ne, ji ber siyasetê aborî ji berhema xwe dûre û her tişt bi firotina Petrol û bazirganiyê ve girêdayî hatiye birêvebirin, lewma jî krîzekî aborî heye, her wiha wekî ku gelê me yê Başûr dibêje gendeliyanî dizî heta bi qirikê hatiye….û hwd.
 
Li kêleka van hemûyan di aliyê siyaseta neteweyî jî perçebûnekî mezin heye. Bi taybet kolana xendekan di navbera rojavêyê û başûrê Kurdistanê de ji aliyê PDK’ê ve,  giritina Deriyê Sêmalka û têkiliyên stratîjîk di navbera PDK û hikûmeta Erdogan de rewşa heyî radixe berçavan. Li hemberî van rastiyan wê demê dewleta kurd ku ji aliyê PDK’ê ve tê rojevkirin çiqas serxwebûn e?
 
Dema mirov li dîroka netewe dewletêyê dinêre, aşkera dibe ku ev projeyekî îngîlîzan bû ta ku pê herêmê perçe bikin û li gorî berjewendiyên xwe gelan li hemberî hev bidin şer kirin û sûd werbigirin. Lewma welatê ereban kirin 22 perçe, Kurdistan kirin çar perçe, Tirkiyeyê ji dewleta Osmanî ku sînorê wê heta Îspanyayê bû kirin dewleteke biçûk û girêdayî. Her wiha wekî gotina ku dibêje; ‘ dînekî kevirek avêt bîrê hezar kesên bi aqil nikarîn derxistibana’ ew kevirê ku îgîlîzan avêt herêmê ev 200 sal e em nikarin ji nav xwe biavêjin. Bi vê rastiyê ve girêdayî, tu welatê ereban ne jî tirkan nikare bibêje ku bi modela netewedewletê gelên wan azad jiyîn. Berovajî her serokekî ereban û tirkan bûn sixurê welatekî û nûnertiya dewletekî biyanî kirin. Kesên ku vê ya nepejirandin jî yan hatin kuştin an jî bi derbeyên leşkerî re rûbirû man. Ev rewş ji bo kurdan jî derbasdar e.
 
Netewedewleta ku tê fikirandin, armanca wê hîn bêtir kurdan ji hev perçe bike û hîn zêdetir kurdan bi xwe ve girêbidin û hewceyi xwe bikin. Rewşa ku îro PDK jî pratîze dike ev e. Lewma pêdiviya kurdan bi netewedewletê nîne, kurd bi salan e bi hesreta azadî û serxwebûnê dijîn, ev jî rêya wê di serî de dixwebûnê de, di siyasetekî neteweyî ya yekpare û rast re û di pêşxistina netewedemokratîk re derbas dibe. Bêyî ku van çêbibin referandum xistina rojevê derveyî hin hesabên siyasî yên biçûk xizmeta tu kesî nake.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin