Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Kampanyayek hezar derd

Kadının Kaleminden
Gulan 30 / 2016


 

 
Mizgîn Ronak
 
Ez ê li têla tembûrê ya ‘şaş’ bixim û kampanyaya ji bo seferberiya Azadiya Welat bînim bîra me. Çawa derbas dibe? Encamek çawa dide? Ji wan kurdîhezên ku em di rûpelên rojnameyê de rastî rûyê wan ê bedew hatin pê ve kî bûn kurdîhez? Gelo kampanya bi xwe jî ne encama rewşên neçar in? Yanî kêr digihîje hestî lê tu tişt nagihîje ber destî! Loma jî kampanya dikeve dewrê. De ka em kampanyayek vekin! Îja di kampanyayan de jî kirde nas û dost in, dildarên hergavîn in. Dîsa jî wisa bû. Ên ku di rûpelên A. Welat de bi rûyê xwe yê guldar ji me re behsa girîngiya ziman û dibistanbûna Azadiya Welat dikirin, dîsa heman dost û heval bûn. Her bijîn! Lê wele bi gulek jî bi deh gulan jî bihar nayê, serdema kurdewar nayê! Lewre kampanyaya ku ji ‘Campaîgna’ înglîzî tê temenkurt e lê pişavtin, xwe û hevpişavtin dirêj e, pir dirêj!
 
Gelo hûn jî her ku rastî vê dirûşmê tên bi cinan dikevin? “Zimanê me rûmeta me ye.” Ji ber ku di pratîkê de zimanê me, ne ‘rûmeta me’ şerbeta me ye ku li hesabê me tê em qurtek lê dixin lê wekî din haya me jê nîn e. Dimire yan dinoşe, dirize yan dibişire, dinale yan bêmal e? Kî dizane. Ji bo ku em bibin kesên xwedî neteweya demokratîk û xweser/xwerêvebir, gere em zimanê xwe di kesayeta xwe de bijîn, bidin jiyîn û bikemilînin. An na heta êvarê em behsa girîngî û rûmetbûna zimanê xwe bikin, nabe rûmet dibe ‘musîbet.’ Musîbeta ku tê serê me û em tên serê wê.
 
Belê me kampanyayek li dû xwe hişt, roja Cejna Zimanê Kurdî jî… Nûçeyên di vê der barê de hene dê hebin jî lê dawî? Di dawiya kampanya û rojan de çi bi ser dikeve yan jî winda dike? An jî zimanê gelekî qehreman, çawa muhtacê kampanya û rojan dibe? Nabêjim bila roj an jî kampanya çênebin lê bila ‘wiha nebin’ bi bayek neyên û bi tayek neçin, wekî bîranînek hêja, çalakiyek watedar û teseliyek nemînin. Îja di demên wiha de yên ku girîngiya mijarê dizanin jixwe dizanin û jixwe ew pêşengiyê jî dikin. Lê yên din? Yên ku di “Xewa heft dêwan” de ne dê çawa şiyar bibin? Dê ev ziman çawa kulîlkan veke û ji nîrê bêrûmetiyê rizgar bibe.
 
Ziman rûmet e lê di bin nîrê bêrûmetî û bêkesiyê de ye. Gelo kî ji me ku rojek kurdî nexwîne, neaxive û guhdar neke bêrî dike?  Çend ji me çêja kurdî ji her deng, gotin û awaza wê digirin û di deryaya wê ya zelal de winda dibin? Heta mirov nebe dara li ser koka xwe, nabe daristan jî nabe gerdûnî, enternasyonalîst û dinyayî jî… Pêpelûka zimanên din, zimanê mirov e, şitla zimanên din jî… Tu yê pêpelûka destpêkê bibînî, rêya ku tê de veşartiye bibînî û wisa bigihîjî navnîşanan… Tu yê şitla ax û zimanê xwe daynî, bi lêv bikî, ziman û giyana xwe mezin bikî dû re derkevî ser tabûtê û bigihîjî zimanên din. Kampanyaya herî mezin wisa dest pê dike. Dengê zengil tê me? Cara dawî lê dide, bang me de dike.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin