Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Pêngava bakurê Reqayê

Kadının Kaleminden
Gulan 29 / 2016


 

 
Nalîn Dicle
 
Wekî navend Rojava, li cihanê û Rojhilata Navîn pêşketinên dirokî yên ku nexşereya Rojhilata Navin ji nû ve diguhere tên jiyîn. Hevsengiya di navebera hêzên sereke yên cihanî ku heta niha hebûn, hildiweşin û hevsengiyên nû ava dike û Kurdistan di navenda van pêşketinan de cih digire.
 
Ji ber DAIŞ’a ku bûbû efsaneya cenawirek nemir û nayê têkbirin dihat zanin. DAIŞ mîna cenawerekî her tişta ku dikete ber rudixand, talan, wêran dikir û komkujiyan pêk dianî, lê kesekî nedikarî li pêşberî wê rabiya, lê YPG, YPJ bi berxwedaniya xwe nîşan da ku evsaneya DAIŞ’ê ne rastiye û bi berxwedanê dikare bê têkbirin. Ve berxwedana YPG,YPJ’ê ku di cihanê de jî deng vedan di têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê de cesaretek mezin da pêkhateyên Sûriyê jî. YPG, YPJ’ê bi berxwedan û serkeftinên xwe zeminê tifaqa gelan jî dan avakirin, lewra komên biçûk yên ji pêkhateyên cuda bi pêşengiya YPG’ê hatine gel hev û di banê HSD’ê de hêz kom kir.
 
Hezên Sûriyeya Demokratik HSD’ê ku hemû pêkhatiyên Sûriyeyê di bin siwana xwe de civand, bi pêngava rizgarkirina Holê navê xwe da bihîstin. Piştî rizgarkirina Holê, bi rizgarkirina şedad û gundewarên wê jî HSD’ê serkeftineke mezin bi dets xist, lewra vê jî hêvî dida hemû pêkhateyên Sûriyeyê û tevahî xaka Sûriyeyê ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike.
 
Wekî hêza pêkhateyên Sûriyeyê serkeftinên HSD’ê bala cîhanê jî kişand û di demeke kin de desteka hêzên sereke yên navnetewî girt. Ev hevkariya leşkerî di têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê de jî xwedî giringyeke mezin bû.
 
Di 25’ê gulanê de jî bi beşdariya 31 komên leşkerî û piştgiriya Koalisyona Navnetewî ya têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê pêngaveke mezin vê carê ber bi dilê DAIŞ’ê ve pêş ve diçe. Pîştî serkeftina hol û şedadê pengava bakurê Reqayê mezinahiya hedefa HSD’ê ya rizgarkirina xaka Sûriyeyê nîşan dide.
Reqa wilayeta yekem e ku DAIŞ’ê xistiye destê xwe û xilafeta xwe lê ragihandiye û ger gotin li cih be mirov dikare bêje dilê DAIŞ’ê li Reqayê lê dide, lewra girtina bakurê Rêqayê mina qutkirina şahdemarê wê ye.
 
Pêngava bakurê Reqayê ji bo kurdan û Sûriyeyê wê qezencên mizin bi xwe re bine. Pêngava rizgarkirina bakurê Reqayê ji niha ve mizgîniya yekbûna Kantona Efrîn û Kobanê dide. Ev pêngav eger serkeftî bibe, ruknê sereke yê Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyê jî bide temam kirin.
 
Tirkiye ji bo YPG û HSD’ê terorîze bike û desteka hêzên navnetewî qut bike çi ji destê wê hat kir. Di heman demê de ji bo peydakirina alternatifeke din zextek mezin li hêzên sereke yên cihanî kir, lê pîştî ragihandina pêngava rizgarkirina bakurê Reqayê daxuyanîyên rayedarên Amerîka û Rusyayê ku hatin dayîn de li xwe mikur hatine ku di têkoşîna li hemeberî DAIŞ’ê de kurd tekane hêza bi bandor in, lewra ev hêz neçarin hevkariya xwe berdewam bikin.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin