Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Başûr welatê me ye

Kadının Kaleminden
Gulan 27 / 2016


 

 
Gulê Algunerhan
 
Bêguman her pêvajo û qonax ji bo gel xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Dizanim, gelek kes ji gotina “dîrokî” sar bûne. Lê belê ger mirov bi awayekî berfireh vê pêvajoya dawî ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn binêre, wê çaxê mirov digihîje wê encamê. Di vê pêvajoya nazik de pêdîviya gelê kurd ji her demê bêtir bi yekitî û tifaqê heye. Ya rast, gelê kurd di berxwedana Kobanê û Şengalê de nîşanî hemû serkirdeyên hizban da ku kurd yek in. Lê belê ev yek têrê nake, lazim e hizb û serkirdeyên wan hizban ji bo berjewendiyên vî gelî di bin banekî de kom bibin. Axirr… naxwazim vê meselê zêde dirêj bikim, ji ber ku bi salan e tê gotin û êdî xweziya me di gewriya me de ma…
 
Erê, nakokiyên siyasî yên hizban hene, her hizbek xwedî nêrîneke cuda ye. Jixwe di nav malekê de jî hemû endamên malê wekî hev nafikirin lê belê dema mesele bû meseleya berjewendiyên malê wê çaxê her kes neçar e berjewendî û fikrên xwe yên şexsî li hêlekê bihêle. Niha halê hazir dema mirov li mala xwe ya gewre, li axa xwe, li Kurdistana xwe dinêre gelekî mixabin helwesteke niştîmanî ku berjewendiyên welatê me biparêze, kêm e. Berde, yekbûn û parastina nirxên Niştîmanî, êdî ji ber nêzîkatiyên PDK’ê yên li dijî destkeftiyên Rojava, berxwedana li Bakur û bi giştî nêrîna li hemberî tevgera azadiyê mirov dibê qey êdî kurd bi destên xwe sînorên Sykes Pîcot nû dikin…
 
Di vê nivîsa xwe de ez ê li ser girtina hevala me Aysel Avesta binivîsim. Dema min dest bi nivîsê kir hevala me hat berdan. Dema min ev xeber bihîst kêfxweş bûm, lê belê ew hêrs û xemgîniya min a ji bo hêzên PDK’ê hîna li şûna xwe ye. Aysel Avesta bi salan e xizmeta gelê kurd û civata xwe ya êzidî dike. Piştî trajediya li Şengalê wekî rojnamevanekê çû wan cih û warên pîroz û bernameyên gelek cîhêreng çêkir. Lê belê Aysel di 19’ê gulanê de bîlasebeb li Sihêla ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat binçavkirin, girtin, bêser û şûn kirin… Hefteyekê sax kesî ti xeber ji Ayselê negirt, kesî nedizanî bê ka çima hatiye girtin û li ku derê ye? Ê niha Aysel çi kiribû, çima hat girtin? Aysel, hem jin, hem êzidî û hem jî di çapemeniya azad de kar dike ma gelo lewma hat girtin???
 
Başûrê Kurdistanê beşeke ji welatê me ye, dagirker û neyarên kurdan bi peymanan sînor danîn û me parçekirin. Lê niha mirov dibîne ku kurd bi destên xwe wan sînoran qewîm dikin. Divê bê zanîn berjewendiyên siyasî, hizbî û malbatî heya cihekî ne, wê ev gel ti carî vê rewşê qebûl neke. Başûrê Kurdistanê welatê Aysel e, welatê min e, û welatê her kurdî ye. Ti hêz û ti kes nikare axa me li me qedexe bike…
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin