Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Ji hewa…

Kadının Kaleminden
Gulan 25 / 2016


 

 
Eyşe Gokkan
 
Dîrok tu caran dubare nabe. Ji bo ku her dem pisgirêk di nav bera berxwedêr û zilimkaran de heye (jin-zilam, civak-dewlet, ked-sermaye, xweza…) û ji aliyê serdestên ve wekî hev tên şirovekirin. Ev jî şikleke xapandinê ye. Em dizanin ku her carê zilamkar bi rêbazeke cuda êrîş dike, li dijî zilimkaran têkoşîn jî li gorî wê rêbazê didomîne wekî êrîşa li ser baweriyan, çînan, neteweyan, jinan, demokrasiyê…hwd. Ji bo ku taktîk û stratejiyên zilimkaran dişibin hev amûrên ku bi kar tinîn jî nêzî hev in, zilimkar bi van şirovan hev du diparêzên jî.
 
Li netewe dewletan bimêzînin yek dewlet, yek netew, yek çîn, yek reng, yek deng karekterê wan hevpar e, Erdogan dewlete, ji wan e ku sûdê lê verdigire. Ji Erdogan re rêyeke nû vedibe, êdî rêbazên wan jî derbas dike dibêje; belê hemû yek e lê ez bibim yek zilam, yek mezhep, yek partî.
 
Em dîsa dîrokê bişopînin Sykes Pîcot 1916 û ya 2016 jî ne wekî hev in. Di ya yekem de dewlet bûn (şerê cîhanê 1’emîn) kurd jî ne belav bûn. Lê niha bi pêşkêşiya jinan li Kurdîstanê şoreş çêbûye, Cizre û Nisêbîn ji serhildanê derbasî berxwedanê bûne, berxwedana 150 tax, gund, bajarok, navçe, bajaran Cenevre 1-2… çend caran bicivin jî dixetimîne. Her çiqas zilam û medyaya dewletê dixwaze têkoşînê bêîtîbar bike, kurdistaniyên bi îtîbar, ji vê îtîbara berxwedêran dûr bikeve tune ye.
Dîsa em li dîrokê bigerin. Li Tirkiyeyê binêrin Tansu Çîller û Erdogan jî dişibin hev. Lê 12’ê Îlonê, 1990 û 2016 nabin yek. Yekem zilam bi jinê tehdît dikirin, ‘tu di axifî biaxife yan ez ê qeç, hevjîn…te…’ jin jî bi zilam re dixistin. Niha ev tehdîtana pûç bûn. Pûçkirina tehdîtê ne erzan bû. Bi hezaran jin di zindanan de, li bajar û çiya, tax û mala, li kargeh û dibistanan de hatin qetilkirin, niha jin jiyanê ava dikin. Jinên suryanî, êzidî, ereb, tirkmen ku DAIŞ’ê desteser kirine bi berxwedaneke bêhempa xwe rizgar dikin û tevli parastina rewa dibin, ev mînaka herî berbiçav e, ji bo me jinan, felsefeya têkoşîna li dijî zilimkaran çi ye ku wisa hêzek mezin dide. Êdî Sykes Pîcot a PDK’ê çiqas pûçe bihesibînin.
 
Li erdê bi fikir û raman bi cavakê nikarin êdî ji hewayê de bombebaran dikin. Tansu Çîller dema 90’î de Dêrsim bombebaran kir û got; ‘Balafirê PKK kirine’, piştre got; ‘ê Afkanistan, Rûsyayê ne, kir şorbeşîr. Niha Kurdistan ji hewayê de tê bombebarankirin. Erdogan bi kongreya AKP’ê ku Ahmet Davutoglu xist, Bînalî Yildirim diyar kir, pêwîste bersîvê bide.
 
Eceb vê carê ji kîjan dewletê balafir hatin? Bersîv çi dibe bila be tu kes nikarê înkar bike ku Erdogan bi êrîşkirina Kurdistanê re kete şerê cîhanê sêyemîn. Wekî tê zanîn şerê cîhanê yê sêyemîn şerê wekaletê ye. Lê dema kete şerê cîhanê yekemîn ‘osmaniyê nexweş’ bû îro bi navê Tirkiyeya di kaosê de ket şer.
 
Encama kongreya AKP a herî dawî da xuyakirin ku Kurdistan ji hewa ve tê bombebarankirin lê li Tirkiyeyê di çavikên jiyanê de bombe dibarin. Jin di hemû qadan de û di malê de, karker di kargehan de, xwendevan û memoste di dibistanan de, brokrasî di ofîsan de, dozger di dadgehan de, wekîl di parlamentoyê de çavikê laşê wan tê teqandin. Ger ku di çavikê laşê mirov de diteqê birîna wê hîn xedar e. Werin tevli berxwedana rêbertiya Cizîr û Nisêbînê bibin.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin