Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Hêza herî xurt a Rojhilata Navîn…

Kadının Kaleminden
Gulan 24 / 2016


 

 
Mamoste Xemrevîn
 
Îro Rojhilata Navîn ji hêla siyasetê ve tevlihev e û dikele. Kîjan hêz an jî dewlet bi hêz û bi rêxistinkirî be, ew  ê bikaribe bi ser keve. Serokomarê Tirkiyeyê ji destpêka dema desthilatdariya xwe heta îro dixwaze ku bibe desthilatdarê dewletên misilman ên herêm û Rojhilata Navîn. Van daxwaz û polîtîkayên wî heta demekê dewam kirin. Bi xapandina civaka Tirkiye û welatên rojavayî siyaseteke veşartî ya qirkirina çandî û siyasî li ser gelê kurd û gelên din ên herêmê meşandin.
 
 Êdî îro ev siyaseta qirêj bi awayekî aşkera bû. Mixabin hem li Tirkiye hem jî li cihanê siyaseta şaş a AKP’ê gihîşt asta herî bilind. Di sala 2002’an de hêviya ku dabû civakê  ji ber nelihevkirina li ser rantê, hêdî hêdî heliya û  di nav partiyê de dengên cuda derketin. Ew kesên ku AKP damezirandibûn yek bi yek ji hêla serokomar ve ji partiyê hatin dûrxistin. Herî dawî jî serokwezîrê ku bi dengên gel hatibû hilbijartin, bê hincet ji peywirê hat girtin. Ev jî nîşan dide ku di nav AKP’ê de nakokiya desthilatdariyê her ku diçe kûrtir dibe. Bi serokwezîrekî ku bi gotina Erdogan rabe û rûnê dê bê ser kar. Ev jî tê wateya ku Erdogan çawa  heta niha domand, dê ji niha û pêde hem serokdewletiyê hem jî serokwezîriyê bi hev re bidomîne.
 
Xuya ye ku bi têkoşîna HDP û Tevgera Azadiya Gelê Kurd hemû planên ku ji bo pergala serokdewletiyê kiriye li gorî daxwaziyên wî nedomin. Her çi qas hêzên nijadperest û neteweperest ên tirk hene, hemû li hemberî kurdan bûne yek û bi yek dengî helwesta xwe nîşan didin. Ew jî dewletên herêmê jî dewletên ewropî jî dizanin ku hêza herî xurt û ya bi cesaret a Rojhilata Navîn kurd in û divê ev hêz bê rawestandin.
 
Divê kurd jî vê hêza xwe ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û baş bi civaka xwe bidin fêmkirin. Ev jî bi dîplomasî, danûstandin, rêxistin û baweriya hêza xwe ya cewherî dikare bigihîje armanca xwe. Ji ber ku gelê kurd li Rojava bi rêxistinkirî bû, îro dikare qedera xwe bi cesaretî  bi xwe diyar bike. Li bakurê Kurdistanê jî heman rêbaz derbasdar e.
 
Li Rojava û Başûr  destkeftiyên kurdan ên siyasî yên di vê sedsalê de, Tirkiye û dagirkerên Kurdistanê gelekî aciz dike ku hemû hêzên wan bûne yek û li hember kurdan disekinin. Ev hêz dixwazin ku sedsaleke din jî bi kurdan bidin windakirin.
 
Lê, kurd çi dikin?
 
Hin hêz û rêxistinên wan ji bo berjewendiyên xwe siyaseteke ku dê bi wan bide windakirin tevdigerin. Heke DYA û hin dewletên rojavayî ji bo yekitiya kurdan nêrînên xwe tînin ziman û dibêjin “hêza herî xurt a ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û serkeftî ne, kurd in û em ê piştgiriya xwe bidomînin.” Divê kurd jî vê rastiya xwe bibînin.
 
Di qada siyasî de temsîla xwe derbixin holê. Ji bo wê jî careke din ez dubare dikim ku Kongreya Neteweyî êdî bicive û gelê kurd jî bikaribe mafên xwe yên xwe bi rêvebirinê bi dest bixe û di qada navneteweyî de siyaseta xwe bike…
 
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin