Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

AKP+CHP+MHP= Sêdarkirina demokrasiyê

Kadının Kaleminden
Gulan 24 / 2016



 
Zaxo Zagros
 
Ev zêdeyî 90 saliye di ser avakirina komara Tirkiyeyê re derbas dibe lê hîn jî zîhniyeta Îtîad û Teraqî li ser desthilatiyê ye. Navê partiyan û navên kesan tên guhertin lê heman paradîgma xwe berdewam dike. Paradîgmaya netewe dewletê ya ku xwe dispêre yek milet, yek dewlet û…. hwd ev zêdeyî 90 sal e ku gelên hêrêmê û yê Tirkiyeyê xistiye nav şerê her kesî li dijî her kesî. Ev hişt ku em 100  salî winda bikin. Ne tenê ve ya, hişt ku gelên me di nav gola xwînê de bigevizin.
 
Paradîgmaya ku xwe dispêre peymana stratejîk a li dijî kurdan, netenê gelê kurd hemû gelên din jî li ber keviya jêr zemînekî kûr hiştiye. Ji ber kuştina kurdan, qirkirina wan, asîmîlasyona wan, nirxên civakî yên gelên din jî bin pê dike û ji wan re azadî, demokrasî û wekheviyê nayîne. Rast e ev zîhniyet nahêle ku kurd û hemû gelên bindest bibin xwedî maf û statu lê mafê jiyaneke binirx ji bo gelê tirk jî asteng dike. Her wiha ji bo ku bêdengiya hêzên gerdûnî jî bidest bixin her tiştê xwe difiroşin û hemû rengên sîxurtiyê dipejirînin.
 
Îro jî; ji neviyê Enwer Paşa heye ku dê bi vê ferasete 100 salê din jî bi rê ve bibin. Dixwazin bi senteza netewe dewlet û Osmaniya nû Tirkiyekî nûjen çêkin. Lê nizanin ku bi paradîgmaya netewe dewlet û hemû mîrata osmaniyan nikarin Tirkiyeyê ji aloziyê û perçebûnê rizgar bikin. Ji ber ne cîhan, ne herêma Rojhilata Navîn ne jî kurd ên berêne. Dîrokê îsbat kiriye ku yên ruhê demê nexwînin ew ê bên perçiqandin û tu hêz nikare wan rizgarbike. Rewşa ku nijatperest jî tê de derbas dibe ev e.
 
Der barê Erdogan de gelek tişt hatin gotin û dê bên gotin lê li gorî nerîna min Erdogan projeyeke biyanî ye. Ji bo ku Tirkiye bibe Sûriyeya 2’yemîn û mîna dema şerê cîhanê yê yekemîn têk çû dîsa têk biçe. Ango çawa rêxistina Îtîad û Teraqî ji aliyê Almanya û yahudiyan ve hat şandin û bi tirkan dan winda kirin. Erdogan jî projeyekî bi vî rengiye. Dibe ku ji bo desthilatiyê har bûbe lê mijar netenê mijara pergala serokatiyê ye. Bi rêya Erdogan Gladyo navnetewî dixwazin Tirkiyeyê dîl bigirin û carekedin li gorî berjewendiyên xwe bikarbînin. Çawa bi rêya Sedam Husên dest werdana herêmê kirin, bi rêya Erdogan jî dixwazin pêvajoyekê pêş bixin.
 
Dê neşaş be ku mirov bibêje Erdogan sîxurtiya komployekî mezin dike. Bêdengiya hêzên derve ji vê yekê re jî nişana vê ye. Lê divê em tiştekî ji bîr nekin ku di komploya li ser Tirkiyeyê de netenê Erdogan, bi qas wî Kemal Kiliçdaroglo û Dewlet Bahçelî jî berpirsyarin. Ji ber ew bi kiryar û helwestên xwe rê li pêşiya dirêjkirin û firehkirina vê komployê vedikin. Wan xwestin di kesayeta HDP’ê de kurdan sê dar bikin lê ew nizanin ku wan bi hev re demokrasî û pêşeroja Tirkiyeyê jî sê dar kirin. Ev sê dar bi vê re jî bisînor namîne, çawa kuştina kurdan ji bo tirkan azadî ne aniye şer û pevçûn zêdekir, rakirina destnedayîna ser kurdan jî encax dê rê li pêşiya perçebûna Tirkiyeyê veke.
 
Her wiha divê ku niha hinek ji wan re çepka lêbixin lê dê dawiya wan ji wekî Sedam, Çîller û Mursî baştir nebe. Divê ku ev pêvajo pir zor û zehmet be lê di heman demê de dawiya hêzên faşîst jî nêzîk dike. Tenê tiştê girîng ew e ku em serî netewînin û li ber xwe bidin, SERKEFTIN A GELAN E.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin