Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Dê yekitiya neteweyî bi ser keve

Kadının Kaleminden
Gulan 22 / 2016


 

 
Nalîn Dicle
 
Li aliyekî qeyrana aborî û rêvebirî, li aliyekî yekitî û rêkeftinên partiyên kurdan… Di vê demê de rêkeftina YNK û Goran, hevdîtinên KCK û Yekgirtûyî Îslamî, hevdîtinên Heyeta Pêşverû û TEV-DEM’ê nîşaneya çi ye? Rêkeftina Goran û YNK û nêzîhevbûna partiyên kurdan tê çi wateyê, girîng e em yek bi yek li ser rawestin. Rêkeftina YNK û Goran ji bo başûrê Kurdistanê ya di nav qeyraneke aborî û rêvebirî de ye, îfadeya pêvajoyeke nû ye.
Nêzikatiyên PDK’ê ya eznavendî û nedemokratîk bi demê re qelîştoka siyasî ya bi partiyên din de kûrtir û firehtir kir.
 
Li aliyekî Barzaniyên ku di vîlayên bilind ên mina zîgûratên sumeran de hatine çêkirin dijîn, li aliyekî din ewqasî jî êş û azarê gelê belengaz. Di dema ku aboriya welat di îflaskirinê de be, gel radibe ser piyan ji bo birçîbûnê, kek Mesûd çibêje baş e? Keybanû Marîe Antoînette dema xelkê Parîsê ji birçinan serî rakir û nan dixwestin wê çi gotiye? De dema gelê başûrê Kurdistanê ji birçînan rabû ser piyan, Barzanî bi bêxemiya xwe mîna Keybanûya Fransa dibêje; “nan nebe pasta bixwin!”
 
Nîşaneya rizandin, jehrketina Barzanî ya deshilatdariyê ew e ku her çend gelê Başûr li ser golên petrolê radizên jî lê her ku diçe Barzanî hê zengîn, gel jî hê feqirtir dibe.
 
Jixwe Barzanî ji 19’ê tebaxa 2015’yan dema wî ya serokatiya herêmê qediya lê hê jî naxwaze dest ji deshilatdariya xwe berde, lê bi rengekî korsan û nerewa herêmê bi rê ve dibe. Di heman demê de jî parlamento aniye asta bêkêr ku nikare kar bike. PDK heta nahêle serokê parlamentoyê bikeve parlamentoyê. Navê vê ne derbeya siyasî û dîktatorî be çi ye? Ji ber binemala Barzanî hemû xêr û bêrên herêma başûrê Kurdistanê ne ji bo berjewendiyên gel, ji bo berjewendiyê binemala xwe bi kar tînin, lewra li Başûr ne tenê qeyrana aborî, di heman demê jî qeyrana siyasî û revebirî dijî.
 
Bêguman ji qeyrana başûrê Kurdistanê bi qasî Barzanî, partiyên başûrê Kurdistanê yên ku meydan ji wan re hiştine jî berpirsyar in. Ji ber sekna xwe ya pasîf û parçe yên ji têkoşîna demokrasî dure zemîn dane binemala Barzanî. Çawa bixwazin wisa hespê xwe li Başûr dibezînin, lewra ew jî bi qasî Barzanî gunehbar in.
 
Gotinek heye dibêje dema mirov tê li ber keviya zinarê ji bo firînê çeng bi mirovan ve jî çêdibe. Qeyrana başûrê Kurdistanê keviya zinarê bi xwe îfade dike, lewre tam dema firina partiyên din ên başûrê Kurdistanê ye. Niha binketina rewşa Başûr ji Barzanî diqewime. Ji ber wê jî di vê demê de divê bedelên ji bo demokrasiyê bên dayîn.
 
Ji bo çareseriya qeyrana Başûr û avakarina rêbiriyeke demokratîk rêkeftina YNK-Goran girîng e. Ji ber li parlamenê Goran 25 kursî+YNK 18 kursî =43 kursî. Ev reqem nîşan dide ger tifaqeke xurt were avakirin, li Başûr dikarin rêvebiriyek demokratîk a alternatîf bê avakirin.
 
Niha jî nebe, bi vê rêkeftinê di hilbijartinên 2017’an dikarin rêvebiriya Başûr ji destê binemala Barzanî derxînin. Dê Barzanî winda bike û yekitiya neteweyî bi ser keve.
 
Ji rojnameya http://www.ozgur-gundem.com/kategori/28/binevs hatiye girtin