Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Dîcleya Botanê…

Kadının Kaleminden
Gulan 18 / 2016


 

 
Eyşe Gokkan
 
Dîcle dîsa bikelecan bilind bû.
Her çilkek av, ji tehd û zinarek Kurdîstanê kom bûbû.
Pêlên ax û avê dineqişand.
Her neqşek çîrokeke Kurdîstanê bû,
Rengîniya şoreşgeriyê bû,
Ji pênûsa jinan
Çend evîndarên azadiyê kefiyên hev neqişandin,
Çend karwan û gavan bi tevn û teşî bûn,
Çend qîrîn û hawar derman bûn,
Çend serê tewandî rabûn,
Çend dev li ken bûn,
Çend caran asîman bêsînor şîn bû,
Çend zor û zilm pûç bûn,
Çend neslên Kurdîstanê serbilid bûn
tu dizanî!
Te diyar kir ku ken berxwedanê bedew nake,
berxwadan kenê bedew dike.
 
Dê Dîcleya Botanê te hembêz bike Asiye. Tu dîroka hevseroka meclisa gel û hev jiyana azadiyê yî. Te sînorê Kobanê nas nedikir bi mehan di bexwedanê de bû. Hemû cîhan dizane dorpêçkirina sînora Cizîra Botan jî qebûl nedikir. kê dikare kena te ya berxwedanî pênase bike. We diyar kir ku ken berxwedanê bedew nake, berxwedan kenê bedew dike. Hûn xwediyê kenên nemirin. Gotina Fîlozofekî hemdem: ‘Tu car ez axê bi ser rêhevalan nareşînim ez wan bi dilê xwe direşînim.
 
Ji rojnameya http://www.ozgur-gundem.com/kategori/28/binevs hatiye girtin