Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Ji bo zimanê me…

Kadının Kaleminden
Gulan 17 / 2016


 

 
 
Mamoste Xemrevîn
 
15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li me kurdan û gelên li Kurdistanê dijîn pîroz be. Ev hevok her sal di vê rojê de ji aliyê me gelek kesan ve wekî hevoka sereke tê bikaranîn. Em, her tim di nivîsên xwe yên ku di rojname û kovaran de tên weşandin de dubare dikin. Ez îro hin gotinên ku gelê me di medyaya giştî de li ser zimanî parve kirine, dixwazim binivîsim. Heke gotin û kirin wekhev bin, di jiyanê de serkeftin jî pêre derdikeve holê. Ka em bala xwe bidinê, çi hatiye gotin?
 
“15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.”
“Ji bo her gelî zimanê dayikê heq e, ji bo kurdan çima   qedexe ye?”
“ Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî yê  mirovan e.”
“Zimanê xelkê cil û bergê min e, zimanê dayika min çermê min e. Ez kengî bixwazim dikarim cil û bergan ji xwe bikim, lê nikarim çermê xwe ji   xwe bikim.”
“Divê her malbatek bibe dibistanek û her dayikek bibe mamosteyeke kurdî û divê parastina zimanê xwe bike.”
“15’ê Gulanê, cejna zimanê me pîroz be! Bi taybetî li pêşeroja me, yanê li zarokên me  pîroz be.”
“Ji bo zarokên xwe xwedî li zimanê xwe derbikevin.”
“Zimanê dayika min  hebûna min e.”
“Jiyan bi kurdî xweş e.”
“Ez dixwazim xewnên xwe jî bi kurdî bibînim.”
“Tenê rojekê na, 365 rojan  bi kurdî bijîn.”
“Ev roj cejna zimanê kurdî ye. Heçî kesên ku ked û mil dane vê rêya pîroz, dê dil û zimanê me de bijîn.”
“Roja zimanê kurdî îro ye. Bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bijîn.”
“ Bi zarokên xwe, Zarok TV’ê bidin temaşekirin. Bila wekî mezinên xwe nebin.”
“Zimanê me rûmeta me ye. Zimanê me hebûna me ye. Li rûmet û hebûna xwe xwedî  derkevin.”
“Heta ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê  têkoşîna xwe bidomînin.”
“Ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdeya bi zimanê kurdî mafê her zarokeke/î kurd e.”
 
Ev gotin hemû li gorî wateya xwe girîng in. Lê gelo di jiyanê de em çi qas bi cih tînin, vê girîngiyê? Heke  di 15’ê Gulanê de ziman bê bîra me û ew tiştên ku di dilê me de ne û em wan bibêjin lê di jiyana xwe ya rojane de bi kar neynin, tu wateya wan namîne.
 
Belê em dizanin ku zimanê me di bin zilm û zordariya desthilatdaran de bi tunebûnê re rûbirû maye û li ber xwe dide ku tune nebe. Ji ber ku zimanekî gelekî dewlemend û xurt e, heta roja îroyîn xwe parastiye. Lê nayê wê wateyê ku dê tune nebe.  Gava ku em ew zimanên ku ji holê rabûne û winda bûne bidin ber çavên xwe, divê li gorî wê tevbigerin û xebatên xwe yên ziman bikin.  Divê her hevokeke ku li jor ji aliyê gel ve hatiye gotin û nivîsîn, di jiyanê de cihê xwe bigire. Êdî dema gazincê ya ku li desthilatdaran tê kirin derbas bûye. Peywira sereke ya me ye. Bi taybetî jî ev peywir a jin û ciwanan e ku pêşengiya zarokan bikin û vî zimanê qedîm bigihîjînin dahatûyê…
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin