Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Ser-jêr an er-jê?

Kadının Kaleminden
Gulan 11 / 2016


 
 
 
Eyşe Gokkan
 
Rojeva Tirkiyeyê Davutoglu çawa hat û çawa çû ye. Yê! wisa hat û wisa çû. Çi pirsgirêk heye. Yekî din were dê ew jî biçe. Erdogan stratejiya xwe diyar kiriye. Erdogan dibêje ‘min rejîm guhert, yek mezhep, yek zilam, yek serok li Tirkiyeyê pergala serokatiyê ye. Kî were, dê di şeş mehan de biçe, kî were dê qebûl bike pergal ev e. Kî were dê bîryara xwe bide ger ku li hemberî min (Erdogan) ber xwe bide, diz e, xayîn e, terorîst e…’ na ku deng nake, ez wekî Sultan dê serê wî jênekim, ez ê wî ser jêr bikim, heta mirinê ser jêr bijî, ev qenciya min e, tu car ji bîr neke, ger ku tu xwe şaş bikî ji bîr bikî tu dê hem serjêrkirî hem jî serjêkirî biçî. Tu dizanî jixwe ji sedî 49.9 hilbijêr e.
 
Rojeva Kurdistanê jî xweseriya demokratîk e pergala herî baş e, erk ne di destê yek kesî de ye. Tu kesî red û înkar nake, nîvê civakê jin tune be nabe, dînamîka ciwanan tune be pêşketin çênabe, serê xwe ji Erdogan û leşkerê wî re natewîne…hwd. Her du pergal êdî her kes bi serê xwe dê şirove bike Davutoglu di kîjan rêyê de dikare bimeşe bîryar a wî ye.
 
Wekî tê zanîn pergala dewletê bi hêjmaran diaxive. Ez jî bi hejmara pênase bikim. AKP dibêje min sedî 49.9 girt, bila sedî 50’î be tişt nabe. Kenan Evren jî bi sedî 92 hat ser erk. Em li her duyan jî temaşe bikin ka çawa hatin ser erk? Evren berê bi êrîşa 12’yê Îlonê gel dibin lingê leşkeriyê de derbas kir, dadgeh, dozger, ewlehî bi dest xist, piştre hilbijartin çêkir û got ‘temaşe bikin gel bextewar e’. Erdogan jî berê leşkerî îkna kir (xwe kir leşker ji tunekirina kurdan re) û qanûn, dadgeh bi dest xist plansaziya rûxandinê çêkir (îlon 2014), tirs û xof kir dilê kesan, got ‘temaşe bikin gel min dixwaze.’
 
Li gorî vê encamê serdest pirsên xwe berovajî dipirsin. Pirsa berovajî çi ye? Ji bo ku raya giştî bixapîne dipirse: Ma tu şer dixwazî? Ku vê pirsê ji kê bipirse dê bibêje na! (ji xwe hûn dizanin li Tirkiyeyê peyva aştiyê qedexe ye). Lê ku serdest (Erdogan) bibêje min pêvajoya ber muzakereyan red kir, plana rûxandinê amade kir. Li gorî plansaziya rûxandinê ‘15 hezar kes were kuştin, 8 hezar birîndar, 150-300 hezar kes dê malên wan werin hilweşandin koçber bibin, 6-7 hezar dê werin girtin…’ tu dê çi bikî? Dê gel berê bipirse ji bo çi? Ji bo ku tu pergala yek zilam, yek mezhep, yek serok naxwazî, tu tekoşîna azadiya jinê, hemû gel û baweriyan dixwazî. Bersîva pişt re jî dê mirov bêje ez ê li ber xwe bidim, têbikoşim, çawa mala min xerab bike, qet nabe.
 
Hemû rastî di van her du pirsên ku berovajî tên pirsin de veşartîne. Wateya hêjmara ji sedî 92 Evren xwe û makeqanûn bi hev re hilbijart. Erdoganê ku xwe di dadgehên Evren de ava kir, bilin kir û ev jî di dadgehên wî be darizand (piştre kesî cenazê Evren rakira tunebû). Hîtler jî bi hêjmara ji sedî 43 hatibû hilbijarin, rast bûya çima xwe întîxar kir û çû. Wateya ji sedî 49.9 dê çi bibe berxwedan bê nîşandan. Êrîşa Mîne Kirikkanat jî berdewama Erdogan e. Cîhan dizane ku serjêkirin (îdam) tê qebûlkirin lê serjêrkirin tu car nayê qebûlkirin.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin