Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Roja Dayikan çawa pîroz be?

Kadının Kaleminden
Gulan 10 / 2016


 

 
Mamoste Xemrevîn
 
Belê, me dîsa rojeke pîroz li pey xwe hîşt. Her sal yekşema ewil a meha gulanê ji bo hemû dayikên cîhanê rojeke şadiyê ye. Gelo ji bo dayikên ku şîna zarokên xwe dikin ev roj rojeke çawa ye?
 
Di jiyana mirovan de ji roja ji dayikbûnê heta roja mirinê demeke xwezayî ya jiyanê heye. Gotineke pêşiyan dibêje ku ‘di pêvajoya xwezayî ya jiyana mirovan de, zarok dê û bavên xwe dispêrin axê’. Lê, îro em dibînin ku ji ber şer û pevçûnên li ser erdnîgariya me didomin, dê û bav zarokên xwe dispêrin axê. Ev şerê qirêj ê ku xizmeta berjewendiyên desthilatdaran dike, her roj çend zarokan ji dayikan diqetîne. Di çend salên dawî de herî zêde jî dayikên kurd û tirkan bi bedelên giran ev bûyer jiyane. Wateya van bedelan divê baş bê zanîn. Dayikên kurdan baş dizanin ku zarokên wan ji bo azadiyê canê xwe feda dikin. Ev azadî jî ya welat e. Welatê ku di bin zilm û zordariya dagirkeran de dinale, berê wan zarokan dide kuçe, kolan û çiyayên azadiyê. Yên ku şehîd dikevin, dibin sembolên rûmeta gelê xwe û bi xwedîderketina gel êdî ew ne tenê zarokên malbatên xwe ne, dibin ên hemû gelê xwe. Lê, cenazeyên ku ji aliyê dewleta dagirker ve nayên dayîn, an jî li ku derê ne, nayên zanîn, ji bo malbatan bi taybetî jî ji bo dayikan dibin îşkenceya herî giran. Ev jî rêbazeke tolhildana dewletê ya ji dayikên kurd e. Serokomarê ku ji aliyekê ve qala pîroziya dayikan dike û dibêje bihuşt di bin lingên dayikan de ye,  ji aliyê din ve êşeke mezin bi dayikan dide kişandin. Gefxwarinên ku li dayikên kurd dike jixwe hed û hesabên wan nîn e, yên ku li dayikên tirk dike jî bi alîkariya çapemeniya alîgir a ku xizmeta wî de ne, nagihêje wan dayikên dilşewat. Divê civata tirk ji vê heqareta mezin a ku li dayikan û hemû civakê tê kirin re bibêjin “ Edî Bes e!”
 
Wateya vê rojê bîranîna dayikan û xelatgirtina ji zarokan e. Lê, bi vê zilmê, ev xelat ji bo dayikan bêwate dimîne. Dayikên kurd dibêjin ku ji bo wan xelata herî pîroz a ku bigirin, cenazeyên zarokên wan, ên ku cihên wan nediyar in, an jî di destên dewletê de ne. Divê rayaderên dewletê jî guh bidin vê bangê û dev ji van polîtîkayên xwe berdin.
 
Dayikên tirk jî hinekî bifikirin ku gelo zarokên wan ji bo çi tên qetilkirin? Kî, ji bo çi, van zarokan didin kuştin? An jî ji bo zarok û dayikên kurd çi hîs dikin?
Wekî ku hevjîna Serokwezîr Davutoglu gotiye gava ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, Serokwezîr ji bo zarokan giriyaye. Lê, di heman demê de jî, heman Serokwezîr got  “heta ku kesek jî nemîne em ê şer bidomînin.”  Kî vî şerî dixwaze û bi Davutoglu van gotinan dide gotin?
 
Diyar e ku Serokomar Tayyîb Erdogan e. Ji bo Serokdewletiyê hemû erk girtiye destê xwe û fermana qetlîaman dide rayedarên dewletê. Tê zanîn ku heman Serokomar di sala 2006’an de jî ji bo bûyerên li Amedê gotibû “jin be jî zarok be jî divê bên kuştin!” Di wê demê de gelek zarok û jin hatibûn qetilkirin û hê jî ev hovîtiya wî didome.
 
Gelo Davutoglu nikare pilanên Erdogan yên qirêj aşkera bike ku hevjîna wî diaxive? Yan jî qetlîamên ku bi talîmatên wî pêk hatine bi gotinên hevjîna wî tên paqijkirin? Lê, her kes dizane ku gunehên Davutoglu jî qasî Erdoganî giran in û dê nikaribe xwe ji darizandin û nifirên dayikan xelas bike.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin