Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Li Tirkiyê çi diqewime?

Kadının Kaleminden
Gulan 10 / 2016


 

 
Zaxo Zagros
 
Li ser civîna 4’ê gulanê ku di navbera Davutoglu û Erdogan de çêbû gelek tişt tên gotin. Hin kes dibêjin darbeye, hinek kes jî dibêjin rewşeke ku em li bendê bûn. Li gorî nêrîna min ji darbeyê bêtir, şerê desthilatiyê bû û di vî şerî de Davutoglu bin ket. Çima ez wekî darbe nabînim ez dixwazim bi van xalan bînim ziman;
Dema di pergalê de guhertin çêbibe û desthilatî were serûbin kirin wê deme dibe darbe. Lê mirov nikare ji bo rewşa niha tişteke wiha bêje, ji ber ku AKP’ê darbe li AKP’ê nekir. Helwesta Davutoglu jî vê diyar dike. Tiştê ku heta niha hinek veşartî dihatin kirin, dê ji niha û şûn ve jî vekirî bên kirin.
 
Ger Davutoglu li ber xwe bidaya û Erdogan bi zorê wî ji ser deshilatî bixista dê wateya wê cûda bûya lê wekî tirk dibêjin “yê dayî raziye û yê stendiye jî raziye.” 3 Helwesta Davutoglu ji bo gelê kurd tu nirxê wê nîne, ji ber ew jî biqasî Erdogan ji komkujiyên li Kurdistanê çêbûn û çêdibe berpirsyare.
 
Helwesta Davutoglu tu nirxê wê ya demokratîk jî nîne, ji ber wî li dijî Erdogan tu carî helwesteke şênber nîşan neda, helwestên ku nîşan dan jî yan şermoker bûn an jî bi poşamniyê re bi dawî dibûn. Lewma hewlesta wî ya dawî jî ne ji bo berjewendiyên gelên Tirkiyeyê bû, berevajî helwestekî takekesî bû.
Wekî Davutoglu dibêje; wî demekî serkeftî li şûn xwe nehişt. Tirkiyeke di nav xwe de û bi dervere di nav şerekî bê ser û ber li şûn xwe dihêle. Her wiha aboriyeke bi
 
îfalsê re rûbirû û diplomasiyekî binkeftî li şûn xwe hişt.
 
Di encama van hemûyan de mirov nikare bêje navê rewşê darbe ye. Ji ber ku li gorî nêrîna min darbe bi tecrîda li ser Rêber Apo, dema ku mase lihevhatina Dolmabahçeyê têk çû û hilbijartinên 7’ê hezîranê hat binpêkirin dest pê kir. Lewma rewşa Davutoglu ne destpêka darbeyê ye ji perçakî jê ye. Ew hem hevkarê darbeyê hem jî qurbana wê ye.
 
Bi vê rewşê ve girêdayî pirsa girîng ew e ku dê rewş ji niha û şûn ve ber bi ku ve biçe?
 
Li gorî nêrîna min ev rewşa dawî dê pêvajoya dîktarorîzmê û faşîzmê bi leztir bike. Ev jî tê wateya ku dê êrîşên li ser civakê, hêzên demokratîk û welatparêz mezintir û bi hêztir bibe. Komkujiyên li dijî gelê kurd û êrîşa dawî ya ku li dijî Can Dundar çêbû nîşaneya vê yekê ye. Li hemberî vê yekê çare heye; pêwîste eniya demokrasiya radîkal refên xwe xurt bike û di nav hevkariyê de têkoşîna xwe bilindtir bike.
 
Divê kes ji bîr neke ku îro du qele mane ku li hemberî faşîzma Erdogan li ber xwe didin. Yek qela şorşgerane ku nûnertiya wê Tevgera Azadiya Kurdistanê dike ya duyemîn jî qela demokratane ku nûnertiya wê jî HDP dike. Kesên ku dixwazin têkoşîna demokrasiya radîkal bidin meşandin û dixwazin xwedî li rûmetên xwe derbikevin, divê di van eniyan de cîh bigirin. Li hemberî eniya faşîst a AKP-MHP û CHP’ê yek rêya rizgariyê heye ew jî xurtkirina eniya demokrasiyê ye. Divê em baş bizanin ku ger hewldanên takekesî nebe hêzekî rêxistinî û hewldanekî kolektîf, dê ev hêza faşîst yek bi yek me daqurtîne û tune bike. Ji bo ku em nehêlin ev yek çêbibe pêwîstî bi stratejiyekî hevbeş, hişmendiyekî hevbeş û çalakiyekî hevbeş heye.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin