Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Hilweşîna pergalê…

Kadının Kaleminden
Gulan 03 / 2016


 

 
Mamoste Xemrevîn
 
Bûyerên ku di demên dawî de li Tirkiye û Kurdistan diqewimin, fikarên gelan zêde dikin. Lê divê bê zanîn ku ev bûyer nîşana azadiyê ne.  Heta ku tiştek xera nebe, ava jî nabe. Piştî aloziyê heke rêbaz baş bê bikaranîn, teqez serkeftin û aramî çêdibe.
 
Her roj êrîşên li hemberî kurdên ku li bajarên Tirkiyeyê dijîn, pêk tên, tevahiya kurdan diêşînin. Herî dawî jî li meclisê êrîşên nijadperest rû dan. Destnelêdana ku li qadan bêwate bûn û her gav parlamenterên kurd pêre rûbirû diman, êdî ket nav salonên civînan ên meclisê. Serokwezîr vê rewşê rexne dike û dibêje; “ev der ne cihê şer û pevçûnan e.”
 
Divê bê zanîn ku ji bo doza kurd û Kurdistanê her der cihê şer û pevçûnan e û mafekî rewa ye. Bi xwîna hezaran cangoriyan ev rêya pîroz a cesaretê ji kurdan re vebûye. Pergal jî bêtehemûliya xwe nîşan dide ku vê rêyê bixitimîne.
Bêtehemûliya deskeftiyên kurdan yek jî di qada werzîşê de ya li hemberî tîma futbolê ya Amedsporê ye. Hem cezayê ku dan lîstikvan Denîz Nakî û Amedsporê ku bê temaşevan (alîgir ) derkeve qada sporê, hem jî êrîşên li hemberî lîstikvan û alîgiran nîşan dide ku pergala desthilatdar dixwaze bi her awayî kurdan dengav bike. Lê ew vîna ku azadî ji xwe re kiriye armanc, tu caran têk naçe û bi serkeftinê êrîşkaran têk dibe.
 
Em her gav qala yekitiya Kurdan dikin. Gelo em çi qas pêk tînin, ev jî hêjayê gotin û nîqaşên kûr in. Ev pêvajoji bo vê gotinê ya herî di cih de ye. Serokwezîrê tirk Davutoglu jî bang li tirkan dike û dibêje; “îro dema  yekitiya me ye.”
 
Belê, me di sekna Baxçelî û Kiliçdaroglu de jî dît ku wan bi AKP’ê re yekitiya xwe ava kirine. Gava ku mijar dibe kurd, ew hemû dijberiyên xwe didin aliyekê û helwesta xwe ya yekitiyê diyar dikin.
 
Lê em kurd çi dikin?  Hinek di nav partiyên siyasî   yên wekî AKP û CHP’ê de ne û bêdeng in. Hinek jî wekî berdevkên wan êrîşê siyaseta kurd û HDP’ê dikin. Bi vê helwestê hew dizanin ku dê xwe   bikaribin biparêzin.
 
Divê ev kes bizanibin ku yên ku ji qewma xwe re baş nebin, tu caran ji qewmên din re nabin yar û rêheval. Dema ku karê siyaseta tirk bi wan re biqede, cihên wan selika gemarê ye.
 
Bûyerên ku carinan qewimîn divê hişê wan kesên ku ne li cem gelê xwe ne bîne serê wan. Kurdên li bajarên Tirkiyeyê dijîn û bi kurdî peyîvin rastî êrîşan tên û ji wan re tê gotin; “ev der Tirkiyeye û  hûn nikarin bi kurdî bipeyîvin!” Gelo, ew kurdên di partiyên din ên pergalê de cih digirin, çi hest dikin,  qet pozê wan naşewite? Çawa dibêjin em kurd in û mafên kurdan diparêzin?  Pergala ku tehemûla zimanê wan nake dê çawa tehemûla wan bike? Va yê endamên damezirîner ên AKP’ê, yên ku wekî Erdogan nafikirin yek bi yek ji partiyê tên bidûrxistin. Ji xeynî kesên tekparêz û nijadperestên tirk tu kes nikare bi wan re bijî.
 
Ji ber polîtîkayên şaş ên derve û yên hundir û mudaxaleya hemû qadên jiyanê, divê li hemberî Erdogan û AKP’ê nerazîbûnên mezin rû bide û bibe sedema têkçûn û hilweşîna wan …
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin