Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Jiyaneke bi utopya!

Kadının Kaleminden
Gulan 03 / 2016


 

 
Zaxo Zagros
 
Wekî ku gelek tişt ji wateya xwe dûrketiye û bi naverokekî ne di rê de tije bûye. Roja 1’ê Gulanê jî li gorî nêrîna min divê em ji nû ve pênase bikin û naveroka wê tije bikin. Ji ber ku pêwîste têkoşîna ji bo sosyalîzmê bi vê rojê re sînordar nemîne. Ger em hemû qadan  hemû rojan nekin qada Teksîmê,  ji salê heta salê tenê roja 1’ê Gulanê helwest nîşandan nikare pêşiya pêla faşîzmê û sermeyadariyê bigire. Îro bi pêşengiya AKP’ê hêzên sermayedar mîna kabusekî xwe berdane ser gelên tirk û kurdan, hemû kesên kedkar jî  li hemberî qirkirinê rûbirû ne. Rewşa ku li Somayê çêbû û kiryarên ku rojane kedkar pê re rûbirû dimînin nîşaneya vê yekê ye.
 
Erdogan bi hemû hêza xwe dixwaze hêviyên mirovan di jiyanekî azad û wekhev de bifetisîne û pergala xwe ya paşverû jî wekî pergalekî ebedî bide nîşan dan. Ji bo ku hêza kedkar û bindestan mezin nebe, faşîzma AKP’ê û hevkarên wê CHP-MHP hemû  rengên şîdetê bikar tînin. Îtîfaqa faşist a li dijî HDP’ê û lînca ku di parlamenta tirk de li dijî parlamenterên HDP’ê çêbû îsbata vê yekê ye. Armaca vê yekê ne tenê ji ber ku ev partî nûnertiya kurdan dike ewqas êrîş dikin, di bingehê de ew êrîşî utopya ku HDP dixwaze jiyanî bike dikin. Her wiha ger îro ewqas li dijî tevgera azadî bi kîn in, sedema wê ji ber ev tevger xeyal û utopyayê jiyaneke sosyalîst zindî dike û rêya hêza pêkanîna wê diafirîne ye.
 
Hemû hewldana faşîzma AKP’ê ew e ku mirovan bêutopya bihêle. Ji ber mirovek, çînek, civakek, netewek û partiyekî bêutopya ew mehkumê jiyaneke rojane û bêwateye, her wiha ew kesên wiha mehkumê jiyanekî kole ne. Ji xwe ger mirov hêviyên xwe, baweriyên xwe û xeyalên xwe winda bike li şûna wê kesayeteke vala dimîne. Pergala sermayedar heta dawî dixwaze mirovan bi jiyana madî ve mijûl bike û mîna kurmekî jiyana manewî dixwe û dirizîne. Ev jî bi demê re bê armanc, hemû rengên xirabiyê bi xwe re diafirîne. Êdî di encamê de dibe kesekî mezaxi (tüketici), ji ber ew ji utopya xwe ya jiyanê qutbûye.
 
Ger îro gotina sosyalîzm ewqas ji naveroka xwe hatiye valakirin jî sedema wê ji bo ku pergala modernîteya kapîtalîst mirovan bêhêvî bike. Ji ber ku ew baş dizanin sosyalîzm di bingeh de bawerî û zanista azadîyê ye  û di asta eşqê de ji bo afirindina wê xebatkirine. Lewma û ji bo mirovan ji vê armancê dûr bixin bi hemû hêza xwe xwestine berovajî bikin û li ber çavên mirovan reş bikin û bêwate bikin. Li gorî nêrîna min ger em dixwazin layiqî bîranîna hemû şehîdên sosyalîzmê  û 1’ê Gulanê derkevin, divê em bêutopya jiyan nekin. Wê demê gelo ev utopya çi ne? Ger mirov vê yekê ji bo gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê şîrove bike. Pêwîstiya me bi jiyanekî azad heye, bi welatekî azad heye, ji bo ku em vê pêk bînin, divê em dagirkeriya li ser xwe rakin.
 
Ji ber di welatekî azad de encax mirov derfeta keda azad bi dest bixe,  ev jî tê wateya afirandina derfetên mezin ji bo berhem dayinê. Ji ber sosylîzm di heman demê de avakirina gelekî azad e, her wiha sosyalîzm hemû tiştê ku hişmendiyê, vîna ruhî  çember dike dişikîne û perçe perçe dike. Lewma divê tu kes xwe bê UTOPYA sosyalîzmê nehêle.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin