Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Peyama jinên Şirnexî berxwedan e

Kadının Kaleminden
Nîsan 27 / 2016


 

 
Zehra Tunç
 
Jinên Botanê ji dîrokê heta niha bi çelengî û jêhatîbûna xwe ve tên nasîn. Wan li hemberî tu deshilatiyan serî dananîne. Bi wê serhildêriya xwe di nav taxên rêveberiya xwecihî de jî wê serhildêriya xwe berdewam dikin û li hemberî hêzên dewletê serî dananin. Peyama jinên Botanê berdewamkirina mîrasa Pakîze ye. Pakîze bi helwesteke zelal di berxwedanê de israr kir û pêşengiyek wekîe jinên Botanê heq kirî nîşan da. Ji bo wê jî jinên Botanê helwest û gotinên wê ji bo xwe wekî mîras dibînin û li ser wê mîrasê di nav berxwedanê de cih digirin.
 
Endama Kongerya Jinên Azad (KJA) û Meclisa Gel a Şirnexê Şehrîban Altunişik li ser navê hemû jinên li qadên rêveberiya xwecihî di berxwedanê de ne daxuyanî da û wiha got: “Ligel hemû êrîşên çeteyên sarayê jî em bi biryardariyeke mezin berxwedanê bilind dikin. Em moralê xwe ji hêza berxwedanê digirin, kolan kolan û tax bi tax dibin parçeyek ji wê berxwedanê û bajarê xwe naterikînin.”
Altunişik gotina Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir a ku di 4’ê çileyê de li gel endama KJA’yê Fatma Uyar û endama PM’a DBP û Endama Desteya Rêveberiya KJA’yê Sêvê Dem,r di berxwedana Silopiyê de hatin qetilkirin ya; “Ger Botan bi ser keve mirovahî bi ser dikeve, Kurdistan qazanc dike” bi bîr xist û diyar kir ku ew wekî jinên şirnexî wê gotinê ji bo xwe wekî mîras dibînin û ji bo serketina Botanê heta dawiyê dê di berxwedanê debin û got: “Her çiqas ji bo tirsandinê çeteyên sarayê bi ser me de bên, bedenên me ji bo teşhîrkirinê tazî bikin jî em ê tu carî dev ji doza xwe bernedin. Em ê şopdarê Sêvê, Fatma, Pakîze û hemû hevalên xwe bin.”
 
Li Hezexê jî jin bi heman hêza berxwedanê di xebatên avakirinê de cih digirin. Ligel talan û xirakirina bajar hêzên dewletê tenûrên ku ji çanda hezarî salan tên jî xirakirin. Jinên hezexî li hemberî hemû bêderfetiyan bi afrîneriya xwe tevdigerin. Jinên ku tenûrên wan ên nanpehtinê hatine xirakirin vê carê jî kuçik çêkirin sêlên xwe danîn ser û dest bi nanpehtinê kirin. Jin li derdora sêlan kom dibin hem nan çêdikin û hem jî jiyana komunê dihonin.
 
Jinên Botanê wekî her salê îsal jî li gel hemû êrîşan jî hilketin lûtkeyên çiyayên asê û pincar kom kirin. Di rojên derbasbûyî de nûçeyek ket ajansan jinên Botanê li nav xwezaya bedew a Botanê li çiyayên bilind digeriyan û pincar kom dikirin. Ew pincarê ku bi qasî tama xweya xweş sûdê wan ên ji bo tenduristiyê jî heyî didin hev û tînin li gorî çanda xwe çêdikin. Hinek niha tên xwarin û hinek jî ji bo demsalên dinê tên rakirin.
 
Di helwesta wan de tê dîtin ku ev ne cara yekem e ew şahidiyê ji êrîşan re dikin, wekî her demê divê avakariya xwe ya jiyanê bidomînin. Ji bo wê jî bi dildarî xwe weke şopdarên Pakîze û hemû jinên di êrîşên ser xwerêveberiyê de jiyana xwe jidest dane dibînin. Ji ber wê sekina wan a zelal û ji dil e ku hêzên dewletê jî jinan hedef digirin û herî zêde jî êrîşî wan dikin. Wekî ku li Silopiyê di êrîşên demên dawî de texrîbkirina Navenda Şêwirmendiya Jinan a Viyan. Lê wekî her demê cardin serketin a jinên Botanê ye. Ji ber ku di dîrokê de  jinên Botanê serî li ber tu deshilatiyan dananiye û dê daneyne jî.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin