Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Xayînî bi xof e

Kadının Kaleminden
Nîsan 27 / 2016


 

 
Eyşe Gokkan
 
Dema mirov dixwazê binivîsîne dil û mêjiyê mirov tevli hev dibe. Evqas rojevên dijwar hene ku tu kîjanê binivîsînî wekî ku dilê roja van dimîne û di bin rexnên rojevê de mirov dipelçiqe. Rojev hesab dipirse; çima te hişt ku ev buyere biqewime û te hewldaneke kêm da, ma qey tu nikarî kêm kêmasîbî? Pirs ewqas dicih de ye êdî di nav rojevên komkujiyan de însan winda dibe.
 
Dîsa jî Rojeva zarokan birîna reş e. Zarokê ku di 23 nîsanê de bi Erdogan re hevdîtin kir, bi dilekî şewitî peyvek kir ‘teror dikuje…’ û dest bi girî kir. Hemû çapemeniya sûcê şer dike, gotinên Erdogan dan û bersîva daye zarok jî hîn zêdetir dê çawa mirin bidome berfireh kir. Zarok ji ber mirinan digirî ew hin jî dê çawa mirin zêde bibe pênase dikin(pisporên derûniya zarokan jî tu şirove nekirin). Medyayê ne pirsî dilê zarok bi girî serokomar didarizîne. Bifikirin zarok çuye gel serokomar dê li şûna wî rûne nekêyfxweşe, digirî, kê ev zaroke kir vê rewşê? Ji aliyekî de mirinê bi zarokan didin qebûlkirin, ji aliyekî de zarokan dikujin(102 zarok di 10 mehên dawiyê de li Kurdistanê bi gurleyên leşkeran hatin qetilkirin), ji aiyekî de jî destdirêjiya li ser zarokan bin cil dikin weqfa Ensarê paqij dikin. Ji binî de qala pitik (Mîray) û Cemîle ya ku cenazê wê bi rojan di nav cemedê de parastin, dîsa di zikê dayikan de kuştin nekirin. Kîjan cajna zarokan pîroz dikin? Girî û kuştina zarokan?
 
Êdî rojeva xapandinê zarok bûn. Davutoglu jî bi zarokên ji sûrî re dilîst. Qala bajarê Kurdistanê ku bi ser zarokan de hildiweşînin nekir Davutoglu qala zarokên ku bi YA re protokol mor kir û ew firotin jî nekir. Qala di bin navê ‘mêvanî’ yê de çawa zarokan dike karkerên belaş, çiqas zarok tên qetilkirin… Dîsa zarokê ku li ewropayê pankart rakiribû ‘ku hûn me vegerînin em ê xwe bikujin’.
Êdî kê çav li hev kir zarok û zarok. Ahmet Hakan jî Bernama tarafsiz bolge qaşo da zarokan zaroka ji hakan pirsî ji bo Ataturk tu çi difikirî ne şerm kir ne jî fedî got; dema ez li zarokên Sûrê û Iraqê dimêzînim…Tirkiye baş e’ qala zarokên ku bi yek gurlê li Kurdistanê tên qetilkirin nekir, tên asimîlekirin, zarokên ku di bin Weqfa Ensar de hatin tacizkirin nekir, zarokên ji Sûrê ku li Tirkiyeyê bi protokolan tên firotin nekir.
 
Ev zarokên ku mezin bûne jî Hulusî Akar çima li Nisêbînê bû û ziyaret kir, got çi, çi daxuyanî da? Çi hate serê ser fermandar ku yek pirs negot û guhdar kir û ji Nisêbînê derket? Qey qet leşkerekî li gorî kêyfa wî tiştek bigota tunebû, ku di çapemeniya sûcê şer dikê de derketa û pesn bidana JÖH, PÖH, Tîmên Essetullah, JİTEM…hwd. Meta leşkerê ji Dêrsimê qîr kir ‘ tu ji xwînê têr nebû, xwe heneke…’ hin kesan gotê; hêmin be. Lê wê got berdin ez hêmin nabim…’ Qey tewambarî ye ku mirov ji berpirsyarên dewletê re bibêje ‘ma tu ji xwînê têr nebû…’
 
Di kurdî de pêşgotina ‘xayînî bi xof e’ tê wateya ku kesên sûçdar sûcê xwe bin cil dikin xwe dikin şîr û şekir. Dema ku pirsek tê pirsîn ji xwe bi xof in(tirs) har dibin bi kesên ku pirs kirine dikevin. Ger ku tu dizanî rêya te rast e, çima tu tînî ser xwe. Bihêle mora akademîsyenan, rojnamegeran, siyasetmedaran, bi taybet jin çi dibêjin bila bibêjin, çima êrîşî wan dikin? Erdogan dibêje heta çenga dawiyê em ê bigirin. Pir kesan ceribandiye lê ne Hitler, Mossolînî, Franco jî nikaribû. Tu hemû ta û darên Kurdistanê bikî sêpê jî têrê nake. Ji bo ku rêya heqiyê ye.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin