Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Mehsumyet û rêwîtiya me ya jiyanê

Kadının Kaleminden
Nîsan 26 / 2016


 

 
Dîlan Aydin
 
Rêwîtiya me ya jiyanê, di hemû merheleyan de bi pêdivî û rengên cuda derbas dibe. Her merhele bi xwe re ji teşegirtina kesayetiyê bigire heta çand û exlaq, ji bo tendirustiya jiyanê tiştên nû tîne. Ya ku jiyanê dike rêyeke rast, çand û exlaq qewî dike; mehsûmiyet û pêkhatina bi tendirust a ‘merheleyan’ e. Em vê yekê di mezinbûna zarokan de baştir dikarin bibînin. Zarok ji roja ku tên dinyayê pê ve roj bi roj pêkhatinên mûcîzewî nîşanî me didin. Ji ber wê yekê gelek gotin, lorîk û helbest li ser zarokan hene. Kesên xwedî çand û zana, cewhera zarokatiyê baş dîtine, hewl dane bi gotin û kirinên xwe vê cewhera pak û bêhempa biparêzin.
 
Her çiqas me ji zarokan mînak da jî em ên mezin di jiyanê de bi qasî wan xwedî derfetan nîn in. Merheleyên mezinbûna zarokan bi lez çêdibin, bîra wan a pak û vala pir zû bi tiştên dibînin, dengê dibihîsin tê dagirtin. Lê bîra me ya ku gelek tişt tê de kom bûne; wisa bi rehetî nikare bi pêş bikeve. Nikare xwe ji gelek tiştên ku bi demê re pêk hatine biparêze, tiştên pêwîst û ne pêwîst ji hev cuda bike.
 
Ji bo ku em xwe bibînin, vegerin destpêka xwe, yanî zarokatiyê; pêwîst e em bîra xwe ya zarokatiyê  biparêzin. Ew bîr, her çiqas li gorî me gelekan cuda hatibe dagirtin jî şert û mercên me her çiqas ne ji hev bin jî ger ku pê nehatibe lîstin, mehsûmiyet bi xwe ye. Du gotinên girîng li ser rastî û cewherê jêneger, li ser zarokatiyê hene. Hz. Muhemed dibêje: “Însan di her demek xwe de melaîketek diafirîne. Ew melaîketa ku bi demê re derdikeve holê, ji zarokatiya însan pê ve tiştek din nîn e.” Rêber Apo jî dibêje: “Ez ê tu carî li zarokatiya xwe îxanetê nekim.”
 
Balkişandina ser zarokatiyê tiştek wisa ji rêzê nîn e. Ew balkişandin, di heman demê de tê wateya baldariya me ya xwe bi xwe. Baldariya me ya ji bo me di heman demê de, dibe baldariya ji bo kesên din jî. Ev bi xwe re çi tîne? Bêguman otokontrola me ya ku ji kaniya wê cewherê pêk tê bi xwe re tîne. Aliyê me yê mehsûm, pêşî li tevger, gotin û kirinên nelirê digire ku ev yek, ji bo ‘însanbûn û pêşveçûnê’ gavên yekem in.
 
Divê em pir vekirî bibêjin ku em (ên mezin) di vê serdemê de, ji gelek aliyên xwe yên cewherî dûr ketine, bi gotinên ezberkirî, nêzî hev dibin, bi niyetên nebaş kemînan li pêşiya hev datînin, bi çavên ji mehsûmiyetê dûr, li hev mêze dikin.
 
Kuştin û tunekirina însan û xwezayê, ne tenê ji aliyê fizîkî ve ye, ji aliyê aqil, derûnî, hestiyarî û tevî tevgerên me ve jî di dewrê de ye. Vê yekê ne tenê dijminên me, gelek caran em bi xwe jî li dijî xwe û hev dikin. Lewre daxwaza tunekirina kesek, tenê bi fizîkî nîn e. Nêzîkahî gotinên ne rast xwedî heman armancê ne.
 
Em ên ku dem bi dem, roj bi roj li ber çerxa vê serdemê xwedî îdiayên xweparastin û hevparastinê ne; divê baş bizanibin ku diranên çerxê yên tûj gelek caran bêyî ku haya me jê hebe me dixwin! Di encamê de jî em ên ku tên xwarin, wekî ku Sartre dibêje: “Em hemû qatil in” dibin qatilên xwe û hev. Ji ber wê jî rêya xweparastinê ku di heman demê de tê wateya hevparastinê; bi parastina bîra zarokatiyê pêkan e. Rêya me ya jiyanê jî bi mehsûmiyeta me, dikare bibe rêyeke jêneger û armancên me mezin bike.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin