Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Li Îmaraliyê sucê mirovahiyê tê kirin

Kadının Kaleminden
Nîsan 26 / 2016


 

 
Zaxo Zagros 
 
Ev zêdeyî salekê ye ku li hemberî Rêber APO tecrîdekî giran tê meşandin, ev 5 sal e jî nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ev kiryarên derveyî hiquqa navnetewî  li pêşiya çavên cîhanê de çê dibe lê belê bêdengiya miriyan hîn jî dewam dike. Careke din di kiryarên li hemberî Rêber APO de diyar dibe ku dema mijar dibe kurd hemû pîvan tên binpêkirin, tên guhertin û heta dewlet dikarin hiquqa xwe jî bin pê bikin. Durûtiya yekîtiya Ewropa ku qaşo di mijara mafên mirovan de gelek hestyar e, di bêhelwestiya wan a li dijî kiryarên AKP’ê pir aşkera xwe diyar dike. Li hemberî komkujiya ku faşîzma Erdogan li dijî gelê kurd pêş dixe bêdeng dimîne lê ji bo girtina 2 rojnemavanan jî qiyametê radike.
 
Pir aşkara ye ku îro li Îmraliyê sûcekî mezin tê kirin. Ji ber zîhniyeteke faşîst ku hewl dide dest nedayînê ji ser siysetmedarên hilbijartî yê gelê kurd rake, ew bi başî nêzî Rêber APO nabe. Lewma jî tenduristî û ewlekariya Rêber APO di bin metirsiyekî mezin de ye. Ev zêdeyî salekî ye agahî nayê girtin ev metirsiyê zêdetir dike.  Rêber APO ne mîna girtiyekî ye mîna rehineyekî siyasî ji hêla AKP’ê ve tê dest girtin, lewma di demê derbasbûyî de û niha jî her ku pêvajo bi ber tujbûnê ve diçe, êrîş û gef berî her tiştî li hemberî Rêber APO pêş dikeve. Dema mirov karektêrê vê demê dide pêş çavan û siyaseta çav sorî ya AKP’ê şirove dike, aşkara dibe ku şerekî mezin li Îmraliyê tê bi rê ve birin. Li dijî vî şerê dijwar Rêber APO bi navê gelan û bi navê hemû hêzên demokratîk şerê jiyan û hebûnê dide.
 
Aşkara ye ku bi rakirina destnedanê ji ser parlementên HDP’ê wê Tirkiyeyê têkeve pêvejoyeke nû de. Her wiha wê asta şerê qirêj yê ku îro li Kurdistanê û li Îmraliyê tê meşandin bigihîje radeya xwe ya herî faşîst. Lewma yek rê li pêşiya gelê me û hêzên demokratîk heye ew jî; demokrasiya radîkal e. Divê her kes ji hêla xwe ve demokrasiya radîkal pêş bixe, ava bike û bike çalakiyeke mezin. Divê her kes baş bizanibe ku ger çalakî û berxwedana pêwîst neyê nişan dan, wê pergala çarmixê her kesî bifetisîne û wê Tirkiye bibe girtîgeha gelan. Îro ferman li ser kurdan, hêzên demokratîk û elewîyan e lê sibê wê tevahî Tirkiyeyê bigire nav xwe. Lewma  Pasvîzîm, bendewarî, bêhelwest mayin wê bixwe re felaketê bîne.
 
Divê kes xwe şaş neke, îro ne tenê hebûna kurdan di metirsiyê de ye û rakirina destnedayînê ne tenê li dijî parlementerên HDP’ê, li dijî siyaseta demokratîk e, li dijî hemû azadiyên civakiye. Ger em mil bi mil li hemberî vê faşîzmê ranewestin dê hebûna tirkan û hemû gelên heremê jî têkeve metirsiyê. Ji ber ev agir roj bi roj belav dibe. Erdogan hebûna xwe li ser şerê kurd-tirk û kurd-ereban dixwaze berdewam bike. Tecrîda li ser Rêber APO, komkujiya li ser gelê kurd, rakirina destnedanê ji ser parlemetên HDP’ê û bûyerên herî dawî yê ku li Qamişloyê qewimîn hemû jî perçeyên vê konsepta kirêt e. Ger em naxwazin bibin ardûyên vî agirî û  ji bo em di nav de ne şewitin, divê em bi hemû hêzên xwe pêşiya vî agirî bigirin û vemirînin. Ev jî yek rêya wê heye berxwedanî û hevgiritin e.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin