Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Xeta elo?

Kadının Kaleminden
Nîsan 13 / 2016


 

 
Eyşe Gokkan
 
Li Tirkiyeyê tundiya li ser jin û zarokan bêşirove bûye qîrkirina civakê. Îstatîstîkên a herî dawiyê ji der heqê tundiya li ser zaroka talaniyekê nîşan dide. Zêdetir jî di metropolên Tirkiyeyê de pêk tên. Bûyerên tundî ji sedî 29 Marmara, ji sedî 19 Anadoluya Navîn, ji sedî 19 Ege, sedî 18 Behra spî, ji sedî 8,5 Behra Reş, ji sedî 3,5 herêma Amed, Botan, Firatê, ji sedî 3 li tevahî Serhatê(bîanet Ç.T) Raya giştî bi taybet jî jin baş dizanin ku ev îstatîstîkên ku niha ji bo herêma Tirkiyeyê derketine holê berê dibûn manşêtê medya serdestan ‘li rojlat û başûrê rojhilata Tirkiyeyê tundiya li ser jinê di rêza yekem de ye’.
 
Kurdîstanê bi tundiya li ser jinê didan nasîn. Îro bi hêjmara ji sedî 3 û 3,5 didin. Ev nişan dide ku pergala rêveberiya cewherî û parastina rewa ku bi rêxistina jinê ya serbixwe tundiyan li ser jinê kêm kiriye. Her çiqas pergala netewe dewleta Tirkiyeyê qebûl jî neke di nav şer de li Kurdîstanê tundiya li ser jinê bi rêxistin û parastina rewa tesîreke mezin çi dike. Lê pergala qesrê-AKP’ê qasî li Kurdîstanê jinan înfaz dike li Tirkiyeyê jî bi destê zilam ewqasî dide qetilkirin. Ji vê sedemê Pergala Rêveberiya Cewherî nivî civakê dike tevahî civakê û parastin ne tenê bi çekan pênase dike. Jin berê dema rastî tundiya zayendî, cînsî, aborî, fîzikî, derûnî bihatana ditirsiyan û şerm dikirin bigotana. Yekem jin tewanbar dibû(hîn jî yên dikin hene).
 
Lê di rêxistinê de şerm bû ji ber kesê ku şerm bikî vê şerm bikî û ji ber kesê ku bitirsê ve bitirsî. Parastina rewa jî bi van rêbazan pênase dibe. Mafê her kesî/ê, jin, gel û baweriyan heye ku bibêje; em ê xwe xwerêve bibin û xwe biparêzin. Çima em jin bi israra parastin û rêveberî kirinê wekî pergala jinê pênase dikin? Ji bo ku heta îro ger ku tu dewletan di cîhanê de tundiya li ser jinê bi dawî nekiriye ev ne tesadufe. Niha hemû tecrûbê jinan tespît kir ku xeta(XETA ELO) ewlehiyê û ya tundiyê bi hişmendiya serdestan dixebite. Dewlet rêveberiya xweser, parastina rewa qebûl nake û wekî sûc pênase dike. Ji ber dizane gel bi rêxistînî pirsgirêkên xwe ji dewletê çêtir çareser dike û ji dewletê demokratir e, d. Êdî nikare li ser jinan û gel xwe rêxistin bike. Qey kî nizane ev şerê ku AKP-Qesrê li Kurdistanê îlankiriye bi xwînê dîktatoriya xwe didomêne û diafirîne. Êdî dê kî/ê bi ‘xeta elo’ bawer bibe.
 
Di heremên berxwedêr de xeta tendurîstiyê bi kar anîn dewsa bişîşkan POH, JOH, Tîmê Essetullan çûn hemû înfaz kirin. Ku jin bangî xeta tundiyê bikin xwedê nekirî Wezaretê Malbatê Sema Remazanoglu bikevê xetê dê bibêjê ‘ma carekê bû çi bû’(xet hata warê dê tund pêk werê). Li Tirkiyeyê êdî em heta bi hev re rêxistin nebin, azad û kêyfxweş nabin. Dewlet li Kurdistanê êrîşî jinên berxwedêr, têkoşer, şoreşger dike peyama dide jinê Tirkiyeyê wan jî dike hundir û dixweze derî li wan bigire. Li Kurdistanê jinan bi rêxistin tundiya li ser jinan kêm kir. Dewletê bi înfazkirina jinê, di jêrzemînan de li kurdîstanê hovîtiya cîhanê ya yekem pêk anî. Êdî siyaseta Erdogan hundirîn û nav dewletê de li ser tundiyê ava dibe. Tansu Çîller gotibû ‘ji bo min ên ku gorla dibarînin(gel înfaz dikin) û gurlan dixwun jî bi şeref in’. Erdogan jî dibêje’ ez tiliya polîs û leşkerê xwe yê biçûk jî bi beton û hesina nadim(malên gel bi ser wan de hilweşînin)’. Akîbeta Çiler çi bû dê ya wî jî ev be.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin