Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Hêjayê xelatê ye…

Kadının Kaleminden
Adar 22 / 2016


 

Mamoste Xemrevîn
 
Hemû têkoşîna ku di vê sedsalê de li ser erdnîgariya me li dijî zordariyan tê dayîn ji bo aştî, dostanî û demokrasiyeke mayînde ye. Ev her sê peyv ji hev cuda nînin. Her yek bi naveroka xwe, ya din bi wate dike.
 
Aştî; qencî, yekitî, aramî û hezkirin e. Dostanî; biratî, bawerî, fedakarî, parvekirin e. Demokrasî jî xwe bi xwe rêvebirina gel a wekhevî, azadî û edaletê ye. Lê, mixabin li Tirkiye û Rojhilata Navîn van peyvan wateyên xwe yên esasî winda kirine û kesên ku têkoşîna ji bo wan didin jî bi bedelên giran re rûbirû dimînin. Dewlet û rayedarên desthilatdar hinekan ji îşkenceyê re derbas dikin, hinekan dikujin, hinekan dixin zindanan û hinekan jî bi qetlîamên hovane ji holê radikin. Naveroka van peyvan roj bi roj tên valakirin û bêwatehîştin. Êdî di nav civaka kurd û ya aştîxwazan de asta xwestina aştiyê gihîştiye asta acizbûyînê. Daxwaza şer derketiye pêş. Ev jî ji bo dahatûya civakan xetereke mezin e. Ev rastiya jiyanê ye ku gava li welatan li hemberî sivîlan qetlîamên hovane pêk werin, li wan deran gel jî ji aştiyê dûr dikevin…
 
Hemû kesên ku qala demokrasî û aştiyê dikin divê berê xwe bidin akademîsyenên li Tirkiyeyê yên ku zanistê esas digirin. Sekna van akademîsyenan a li Tirkiyeyê bersîva herî xurt a ji bo aştiyê ye. Her akademîsyena/ê ku destnîşana xwe di bin deklerasyona aştiyê danîne, di doza xwe ya aştiyê de bi israr in. Bedel çi dibe bila bibe, ji bo ku bingeha demokrasiyê saz bikin, dibêjin ku “me soz daye ku em ê di riya aştiyê de bimeşin!”
 
Tê zanîn ku heta aştî di nav civakê de neyê avakirin, demokrasî jî pêk nayê. Bi mêjiyeke aştîxwaz û aram hevdîtinên ji bo demokrasiyê guncav in. Bi mêjiyên nexweş jî her gav şer û alozî derdikevin. Îro rewşa ku em dijîn jî ev e. Kî dibêje “aştî” , ew terorîst e û dijminê pergala Tirkiyeyê û Serokomarî ye û bi cezayên cur bi cur tên cezakirin. Ev jî têrî nake, serokomar daxwaziya guhertina qanûna cezayê dike ku civak êdî der heqê aştiyê de jî neaxive.
 
Gelo ev ê pêk were, yan na? Wisa xuya dike ku bi şerê ku hatiye gurkirin û hemû saziyên ewlehî û darizandinê li gorî serokomar tevdigerin, her weha aliyeke civakê jî şerxwaze, dibe ku ev qanûn bê guhertin û civak bikeve nav rewşeke nediyar.
Ji vê rewşa aloz derketin jî tenê bi têkoşîna ji bo aştiyê bê dayîn, mimkûn e. Di vê qonaxê de berpirsiyariya aliyê civakê ya aştîxwaz, derdikeve pêş.
 
Em dizanin ku ev têkoşîn jî şerê ji bo aştiyê ye û bi rastî jî şerekî dijwar e û bedelên wê jî giran in. Qetilkirina Qasidê Aştiyê Tahir Elçî û di demên dawî de kuştin û şewitandina sivîlan jî ev bedel in û ji bo gelê kurd pîroz in.
Odeya Tabîban a Amedê ji sala 1995’an vir ve xelata aştî, dostanî û demokrasiyê dide kesên ku di vê riya pîroz de ked û bedel dane. Îsal jî ev xelat dan Tahir Elçî û Helwdana Akademîsyenên ji bo Aştiyê.
 
Her têkoşîna ji bo aştiyê hewldaneke ji bo rawestandina rijandina xwînê ya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye. Bila ev xelat jî bibe xelata dawî ya ku ev erdnîgarî êdî ji şer û pevçûnan rizgar bûye û aştî bi ser ketiye… Ev jî hêjayê xelatê ye.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin