Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Tu hêz nikare Newroza gelan rawestîne

Kadının Kaleminden
Mijdar 30 / -0001


 

Zaxo Zagros
 
Gelê kurd Newroza 2016 bi serkeftinên mezin pêşwazî dike. Bi ketina Împeratoriya Medan re di dîroka me de hilweşandineke mezin qewimî, ji wê demê û heta niha, belkî jî cara yekê ye ku em wekî gel bi awayekî layiq bersiva vê ketinê bi derketineke mezin didin. Piştî demeke dirêj cara yekê ye ku em wekî kurd ji jiyana ku ji mirinê xerabtir derdikevin û em bi mirovatiya xwe, axa xwe û nasnameya xwe ya azad re dibin yek. Gelê kurd piştî demeke dirêj ji xewa mirinê hişyar dibe û çavên xwe ji bo serkeftinê vedike.
 
Encama têkoşîna bi rûmet, gelê kurd bûye gelê Newrozê. Hemû rojên salê mîna Newrozekê pêşwazî dike. Berxwedana li bakurê Kurdistanê, îlankirina Pergala Federaliya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyeyê nîşana vê yeke ye. Her wiha gelê kurd bi gavên ku diavêje ne tene ji bo xwe, ji bo hemû gelên herêmê rojên Newrozî û biharê diyarî dike. Çawa ku Kawayê Hesinkar dawî li faşîzma Împeratoriya Asûriyan anî û rê li pêşiya yekitiya gelan vekir; îro jî Rêber APO û gelê kurd dawî li faşîzma AKP- DAÎŞ’ê tîne û rê li pêşiya konfederasyona demokratîk a gelan vedike. Hêjayê gotinê ye ku asta biryar,israr û têkoşîna gelê kurd û gelên herêmê gihîştiye radeyeke ku tu hêz nikare asteng bike. Êdî gihîştiye asteke wiha ku herikîna rizgariyê ku di Kurdistanê de dest pê kiriye tu hêz nikare pêşiya wê bigire û bûye rêyeke ku jê nayê vegerandin.
 
Her wiha ev ast bûye çavkaniya hêviyê û roj bi roj ji bo hemû gelên Mezopotamyayê dibe terzekî jiyanê ku ger nebe nabe ye.
Bêguman hêzên statuperest li hemberî van guhertinan bi tirs in û sedema wê jî wekî birêz Mensûr Selûm digot; “ji ber ev proje,mîna erdhejê dê textê desthilatiya wan bihejîne lewma ewqas bi tirs in û bi bertek in.” Bi rastî jî wiha ye, ev dewletên dagirker, fêr bûne ku bi navê gelan bidizin, bifiroşin û xwe bidin jiyîin. Lê belê ji ber ku gel îro nûnerên xwe derdixin û dibêjin qral tazî ye. Lemwa jî qralên herêmê qiyametê radikin û bi hemû dek û dolaban, dixwazin dîsa vîna gelan dîl webigirin û di bin navên cuda de pêşiya Newroza gelan bigirin. Lê belê dem û dewran ne wekî berê ye. Hesreta gelan a hezar salan ji bo jiyana azad û wekhev zindî bûye û nema serîtewandinê dipejirîne. Civîna ku di 16’ê Adarê de li Rimêlane çêbû, her wiha qadên Newrozên ên bakurê Kurdistanê jî bersiva vê ne. Ne faşîzma AKP’ê, ne êrîşên çeteyên DAIŞ Cebhet El Nusra, ne jî peymanên paşverû yên di navbera hêzên dagirker û kurdên xayin de nikarin rê li pêşiya hevpeymana gelan bigire.
 
Bêguman ev yek ne hêsan e, divê ku gelek bedel û gelek zorî û zehmetiyên wê hebe lê buhayê wê çibe jî tiştek ji rewşa berê ne xerabtir e. Ji bo wê jî divê em gavên xwe bi bawerî û bi cesaret bavêjin. Her tişt me emrî pêşveçûyînê dike. Me emrî berxwedanê û serkeftinê dike. Tiştê ji me tê xwestin jî ew e ku em bê tirs, bê du dilî û bi gavên xurt pêş ve herin û em çarenivîsa xwe bi destê xwe binivîsînin.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin