Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Li Cizîrê poreke reş xelek ê dirêj…

Kadının Kaleminden
Adar 16 / 2016


 

 
 
Zehra Tunç
 
8’ê Adarê hat û derbasbû, êdî Newroz tê, bihar tê lê hîna jî giyana min ji nav Cizîrê derneketiye. Bi fizîki neçûm nav Cizîrê lê bi giyan jî qet ji navê derneketim. Her hefte ez dema ku dest bi nivîsê dikim, diçim û têm ji nav Cizîrê dernakevim. Li derdora jêrzemînan digerim, vê hefteyê jî li nêzî jêrzemînan poreke reş xelekê û dirêj ê jinekê hat dîtin.
 
Di rojên derbasbûyî de qedexe rabû, êdî welatiyên Cizîrê ketin nav taxên xwe yên wêrankirî. Di nav xirabeyan de li nêzî jêrzemînan porê jinekê dîtin. Poreke reş xelek û dirêj li erdê ber bayê dikeve. Ew poreke gelek delale, bi qasî delaliya xwe jî bi heybet e. Ji ber sedemên jineke keziyên xwe jê bike gelek giran e, ji bo wê jî têra xwe ew por bi heybete.
 
Di çanda kurdan de porê jinan xwediyê cihek girînge. Por hinek jî tê wateya bedewiyê. Di şerên giran de dema ku jin êşek giran jiyan dikin porê xwe jê dikin. Di kokê de jêkirina keziyên jinan ji bo rewşên giran dibe. Ji ber wê jî her kesên ku wê porê dibîne sedema jêkirina wê porê tê hişê wan ji ber ku bê sedem jinên kurd ji kokê de porê xwe jênakin. Bûyerên jinan keziyên xwe ser jêkirinê bûne mijarên çîrok, destan û sitranan. Ji ber ku çanda kurdan xwe li ser çîrok û stranan zêdetir bi awayê devkî daye jiyandin. Herî zêde bûyerên hatin jiyankirin, distiran û çîrokan de xwe dan jiyandin û ji dîrokê re hatin hêlan.
 
Sala derbasbûyî jineke êzidiya ku heskiriyê xwe di şerê Şengalê de winda kirî, cotê keziyên xwe jê kir û bi kêla heskiriyê xwe ve kir. Jêkirina keziyan û bi kêlan ve kirin, di heman demê de tê wateya ew jin hemû bedewiya xwe ya ser rûyê erdê bi wan keziyan ve li wê dihêle. Êdî ew ji bo wê dibe bûyerek tevahî jiyana wê bandor bike û careke din venagere demên xwe yên berê.
 
Li nêzî jêrzemînên Cizîrê ew porê dirêjê xelek ê li erdê ber bayê dikeve hîna çîroka wê nehatiye zanîn. Xwediya wê porê kê ye, ew por ser Cizîrê jêkiriye, yan jî ser heskiriyê xwe yê di jêrzemînê de hat şewitandin, jêkiriye. Wekî wê pora reş xelek, gelek şopên nediyar li Cizîrê mane. Tenê tişta ku tê zanîn bûyereke giran bûye sedema jêkirina wê porê. Dibe ku êrîşkaran porê jinek a di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dayî jêkirine û li wê danîne. Lê ev pir nayê hişê mirov. Ji ber ku êrîşkar ji wate û girîngiya porê jinan tênagihin, ji bo wan tiştekê îfade nake.
 
Herî zêde jî ew por jinan bandor dike. Jinên diçin nav taxê li ser wê porê kom dibin û bi saetan lê dinêrin. Jinên ji wê taxê hewldidin ku hîn bibin ew pora kê ye, kîjan jinê porê xwe li ser Cizîrê jêkiriye. Ji ber herî zêde jinên Cizîrê di ferqa giraniya jêkirina porê jinan de nin, herî zêde ew di ferqa giranî û wateya berxwedana Cizîrê de nin. Ji ber wê, Cizîr neterikandin û li warê Zînê xwedî derketin. Lê hîna xwediyê pora reşxelekê dirêj, nediyare…
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin