Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Ne birçî, ne jî bêwar in!

Kadının Kaleminden
Adar 16 / 2016


 

 
Eyşe Gokkan
 
Di cîhanê de rojev têkoşîna kurdan çawa demokratik, xweser, bêhempa, bi îtîbar û rûmet didome? Kes bawer nake ku pêş gotina; hûr bajo, kûr bajo, ga mêşîn rast bigere. Vê pêşgotinê wekî ji tiştên nebûyî re mînak didin. Lê ji aliyê têkoşîn û parastina rewa ya kurdan de ku li dijî DAIŞ û AKP’ê didin de ev rast bû. Ji vê rastiyê jî hat fêmkirin ku hemû serdest ji têkoşîna bi îtîbar pir ditirsin û êrîşan heft kat zêde dikin, agahiyan qirêj belav dikin, çapemeniya zilimkaran jî ji bona bêîtîbarkirina têkoşîngeran  dişixulînin. Ji bo ku hinceta peyda bikin û êrîş bikin li  sûçdaran digerin.
 
Êdî tiştên bi dizî nema. Tê zanîn ku pêvajoya ceribandina muzakere û aştiyê hîn di Girava Îmraliyê de didomiya di  heman demê de îlon 2014’an de plansaziya ‘rûxandinê’ jî ji aliyê AKP’ê  ve amade dibû(hîn li Serêkaniyê 2 polîs nehatibûn kuştin). Li gorî plansaziyê; dê 10-15 hezar kes qetil bikin, 8 hezar birîndar, 5-7 hezar dilgirtî, 150-300 hezar goçber, çiqas ewlehî li Tirkiyeyê heye bişînin kurdîstanê, hemû JÎTEM û Ergenekon, behriye jî tê de. Qandîl, çiyayê Kurdîstanê bênavber bombebaran bikin. Lê li gorî 10 xalên peymana Dolmabaxçê jî azadiya jinan, demokrasî, ekolojî, ekonomî, xweseriya demokratik, heqîqet, parastina rewa …hwd, ji raya giştî re aşkera bû ku muzakere bibe(îlon 2014 Plana rûxandinê û 28 Şibat 2015 protokola Dolmabaxçe).
 
Rêxistinên demokratîk xwe ji 10 xalan re bi yek alî be jî amade dikir, ewqas giran amade bûn ku plansaziya rûxandinê ya hovane dest pê kir. Hewceyên herî bi lez ku bi hezaran ji qetilkirinê biparêzin jinan çeperên mor, jin û xortên ciwan xendek û barîkat çêkirin. Yekem êrîşî Sîlwan, Kerboran, Warto, Sîlopî, Cizîr, Hezex, Şirnex, Nisêbîn, Gever…hwd kirin bi deh hezaran ji bajaran derxistin lê nikaribûn bikirina  penaber.  Li gorî plansaziya ‘rûxandinê’ ku ne parastina rewa bûya hemû xaniyên Cizîrê dê bûbûyana wehşeta jêrzemînê. Ger ku mirov bipirse kî/ê şer dixwaze? Dê kesên ku bibihisin bibêjin ma hûn dîn in, helbet mirov aştiyê dixwazê. Lê ku tu bipirsî; ger ku pergala dewletê plansaziyê li ser deh hezaran qetilkirina te amade bike tu dê çi bikî, dê bibêje ez ê xwe biparêzim. Niha zilimkar dixwazin bi van pirs û bersîvan bilîzin.
 
Bizanibin ku Sîlwan, Kerboran, Warto, Sîlopî, Cizîr, Hezex, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Şengal, Kobanê, …hwd ne birçî ne jî bêwar in. Ji bo ku têr, tijî û biwarin AKP-DAIŞ êrîşî wan dike. Li Cizîrê tîmên Essetullah 3 tax ji binê de hilweşandine, malên taxên din jî meşîn, sarincê wan perçe kirine, der û şibake bi xaniye de nehîştine, hemû feraq ji derzî heta ta talan kirine.(Hem hildiweşîne hem jî dibêje ez ê ava bikim).
 
Ger ku rêxistin, sazî û  dezgehên jin, ciwan û sivîlan dê xwe bigihînin Cizîrê nebêjin Cizîr birçî, bêcih û bêwar e. Bibêjîn Mogulî ketine Tirkiyê û Kurdistanê hemû mal talan  kirine sibê dora te ye. Amadekariyê xwe û Cizîrê   tev  bike û têbikoşe.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin