Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Biharek têhinkuştî

Kadının Kaleminden
Adar 15 / 2016


 
 

 
Dîlan Aydin
 
“Wekî xatirxwestinek neyê/ Dixwazim destên şefeqê/ Bidim ser eniya te/ Baranê bişûm ji çavên te/ Da ku heyv derkeve/ Wekî çiyayek dûr nesekine/ Dixwazim baskên şevê/ Li birînên te bipêçim/ Stranekê bêjim/ Pirsa gotinên ku têra/ Tu tiştî nakin bikim ji te…/ Dixwazim bimirim li nav gulên spî/ Ji min re behsa deriyên bajêr bike/ Deriyên ku qet venabin…/ Wekî xatirxwestinek neyê/ Ji min re behsa nêrgizên lêborînê bike/ Li min bibore!/ Bihêle bila şîn bibin ev nêrgiz/ Li vê lêborîna bêdawî.”
 
Vê helbesta ku navê wê ‘biharê’ tîne hişê me û gelek mijaran di nav xwe de dihewîne; ligel nêrgizên ku mizgîniya biharê bi xwe re tînin, bi hevoka “Deriyên bajar ên ku qet venabin” rewşa me ya heyî çi baş vedibêje. Fîlozofek dibêje; “Divê ku helbestvan werin kuştin” sedema wê dipirsin dibêje; “Ew bi gelek tiştan dizanin, her tiştê ku dibêjin an rast e yan jî pêk tê.” Tesbîteke rast e. Jixwe ger ku fîlozof nêzî helbestê nebûya nikaribû tiştek wiha bigota. Yanî cîhana her duyan nêzî hev e, kûr û jandar e. Di wê gotinê de ‘xwedîtin’ heye û diyar e ku ev yek bûye sedema van hevokan. Lewre rastiyên jiyanê, ligel xweşiyê tal û sar in jî û yên ku vê yekê baş hîs dikin, fîlozof û helbestvan bi xwe ne.
 
Di van rojên ber bi biharê ve ev helbesta bi navê “Nêrgizên lêborînê” ji pirtûka bi navê Dilavî ya Mizgîn Ronak bû mêvana vê nivîsê. Em ber bi biharê ve diçin lê rewşa me ya heyî ji xweşiya biharê gelek dûr e! Risteyên vê helbestê, yek bi yek rewşa me vedibêjin. Bi taybetî risteya “Deriyên ku qet venabin” behsa deriyên bajarên Kurdistanê yên girtî ji me re dike.
 
Belê deriyên bajaran tune ne lê ev çend meh in rêya ketina bajaran girtî ne! Deriyên Sûra Amedê girtî ne. Rêyên bajarê Cizîra Botan bi mehan girtî man. Rêyên Hezexê girtî ne. Deriyên ku qet venebûn, bi xwe re çi anîn? Sûr û Cizîra Botan bi mehan çi kişandin ji ber ‘deriyên girtî?’
 
Êdî cihê gotinê nemaye. Bajar, bi malên xwe yên xirabe bi hezaran gotinan ji me re dibêjin. Cizîr bi gelê xwe yê ku naşibe tu gelî peyamên têkbirina zivistana reş û tarî û mizgîniya biharê dide. Çawa dibe ku însan ewqasî însan be! Çawa dibe ku vîn ewqasî xurt be, welatparêzî ewqasî bi rûmet be! Çawa dibe ku îman ewqasî mezin be!
 
Rojên biharê, bi guherînên xwezayî yên lezgîn wekî xewnan tên û diçin. Temenê biharê kurt e. Kulîlk zû dibişkivin, dar zû pelên xwe vedikin, baran ji nedîtî ve dibare, çivîk bênavber bi lezgînî dixwînin. Lê tarîtiya zilmê qet û qet nabore. Dixwaze xweşiya biharê tune bike nehêle bihar, bi biharbûna xwe rûyê erdê xweş û ronî bike.
 
Rojên biharê di bin siya tang û topan de ne niha. Bajar wêran û talankirî, bedenên kuştî şewitî û xwelî ne! Zarokek (kurê Mehmet Tunç) li wêneyê bavê xwe mêze dike, dibêje; “Dayê binêre bavê min dikene, binêre diranên wî xuya dibin” û gelek dîmen û gotinên din…
 
Risteya “Nêrgizên lêborînê” tam jî vê ‘bihara şikestî’ vedibêje. Mizgîn Ronak, wekî ku van rojan dîtibe; bi gotinên dûrî, birîndarî, gotinên ku têra tu tiştî nakin di helbesta bi navê “Nêrgizên lêborînê” de êşa bi sedan însanên kuştî, rêyên girtî û bajarên xirabe ji me re vedibêje.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin