Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Jin, têkoşîn û serkeftin…

Kadının Kaleminden
Adar 08 / 2016


 
 
Mamoste Xemrevîn
 
Dîsa sal derbas bû û roja 8’ê Adarê bi hêviyên nû hat. Şerê ku di çend mehên dawî de li Kurdistanê diqewime, bi xwe re rûyê pergala qirêj a Tirkiyeyê jî careke din li ber çavan raxist. Têkoşîna bi salan a berxwedana jinan jî di van rojên dijwar de bi awayekî xurt xwe nîşanî pergala serdest da. Di vî şerê bê pîvan de herî zêde zext li jinan hat kirin. Di bajarên ku hatin dorpêçkirin de jin hatin qetilkirin. Qetilkirina wan terî dewleta tirk û çeteyên wê nekir ku bi bedenên wan lîstin, parçe kirin, şewitandin, tazî kirin û wêneyên wan di çapemeniyê de belav kirin. Ev rêbaz a desthilatdariya ku ji vîna jinan ditirse ye û tu nirxên mirovahiyê nahewîne…
Em dizanin ku her roj çend jin bi destên zilaman tên qetilkirin, an jî rastî tundiyê tên. Ev tundî her gav tê rojevê û li ser wê nîqaş tên kirin. Jinên têkoşer ne tenê li hember tundiya zilaman disekinin, di heman demê de li hemberî zilma dewletê jî têdikoşin. Ji ber ku jin vê zordariyê qebul nakin, hem li malê hem jî di qadên şer de berî her tiştî ew tên kuştin.
 
Têkoşîna ku jin didin, têkoşîna azadiyê ye. Ev azadî jî rayedarên dewletê ditirsîne. Li her derê cîhanê 8’ê Adarê wekî roja berxwedan û têkoşîna azadiya jinan tê pêşwazîkirin. Lê, pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Tirkiyeyê jî ji ber vê tirsê ji hêla walîtiyên bajaran ve yek bi yek tên qedexekirin.
 
Li gorî nêrîna min hinceta qedexekirina pîrozbahiyên îsal, veşartina sûcê dewletê ya şerê li Kurdistanê ye. Dewlet dizane ku ruhê berxwedanê ya her sê jinên şoreşger Sêvê, Pakîze û Fatmaya ku di şerê li Sîlopiyê de hatin qetilkirin mohra xwe li pîrozbahiyên îsal dixe û wê ditirsîne. Dîsa dizane ku hêrsa kurdan a piştî qetlîama li Cizîrê gelekî mezin bûye û ew ê di mîting û çalakiyan de wan têxe zorê, ji ber wê destûrê nade.
 
Ya ku di vê pêvajoyê de dikeve ser milê jinan ne bi paşve gavavêtin e, divê bi wêrekî bi ser vê biryara qedexekirinê de biçin û pîrozbahiyên 8’ê Adarê wekî ruhê berxwedanên ku li Cizîr û Sûrê derketin holê bidomînin. Heta niha pîrozbahiyên ku pêk hatin li ser vê esasê bûn û li hemberî hemû astengiyan jinan berxwedanên bêhempa nîşanî pergala qetlîamker dan. Ji ber ku dîroka têkoşîna jinan her gav a serkeftin û pêşde çûyînê bûye, jinên berxwedêr jî dizanin ku ancax bi vê helwestê dikarin layiqê jinên şoreşger bibin.
 
Heke di vê pêvajoya ku pergala kapîtalîst a desthilatdar a mêran de serkeftina jinan pêk neyê û jin bênavber têkoşîna xwe nedomînin, êdî nikarin qala jiyaneke azad jî bikin… Ji bo wê jî em dibêjin ku divê jin li dijî hemû êrîşên vê pergalê di her qada jiyanê de bi hevkariya hemû jinan, berxwedana xwe xurt bikin û bibêjin “HER ROJ 8’ê ADARÊ YE, HER ROJ TÊKOŞÎN!”
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin